Di 12-2-2014’an de rêjîma dagirker ya îranê Ş.Dêrsim Tolhildan bê ku hincetek hebe bi awayekî hovane li bajarê Sine hedef girt û qetil kir. Rêjîma dagirker ya Îranê ku tu reng û dengekî cûda qebûl nake

Di 12-2-2014’an de rêjîma dagirker ya îranê Ş.Dêrsim Tolhildan bê ku hincetek hebe bi awayekî hovane li bajarê Sine hedef girt û qetil kir. Rêjîma dagirker ya Îranê ku tu reng û dengekî cûda qebûl nake, di dîroka xwe ya qirêj de kiryarên bi vî awayî hov, ne yekemîn care ku pêk tîne û ne jî cara dawîye. Rejîma dagirker ya Îranê, kes û civakên ku ne wekî wan bin ji komkujiyan re derbas dike, bi êşkence û şerê taybet gel û civakê bê îrade dike. Ji bo ku rejîma xwe ya dagirker berdewam bike, bi rola zorê û şîdetê civakê ditirsîne ku civak li dijî wan bê deng bimîne.

Ş.Dêrsim di temenkî ciwan de di sala 2009’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Li herêmekî ku civaka wî bi kesayetên saf û paqij ve tê nasîn de mezin bibû, ew taybetmendiyê herêma xwe di kesayeta xwe de dabû rûniştin, ruxmî di temenkî ciwan de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê bibû kesayetekî kamil pêşeng û fedekar di kesayeta xwe ya milîtan de dabû ava kirin. Pir di demekî kurt de xwe li gorî her erk û xebatên rêxistinê amade kiribû, ji pekanina berpirsiyartiyên şoreşê berê xwe da axa ku lê mezin bibû. Ş.Dêrsim bi vê kesayet û tekoşîn û bi piratîka xwe ya isbat kirî ji me re nîşan da ku zehmetî çi dibe bila bibe ji bo pêşengtî tu astengiyek nîne. Ş.Dêrsim li dijî komploya navnetewî ya 15 şibatê, di 12 şibatê de beriya ku biçe çalkiyekî pêk bîne bi destê dewleta dagirker ya Îranê bi awayekî hov tê qetil kirin.

Di bûyera qetil kirina Ş.Dêrsim de dixwestin yek ciwanekî kurd ji bo azdiyê ax û welatê xwe kar neke, bê deng bimîne, heger bixwazibe tiştekî bike jî wê bitirse û gav di paş de bavêje. Ji ber ku Ş.Dêrsim bê ku bitirse dudilî jiyan bike heya dawî jiyana xwe fedayî gelê kurd û kurdistanê kir. Her wiha rejîma Îranê ya qirker yê nikaribû bikuje bi dehan wekî Ş.Dêrsim dixiste zindanê û hinek ji wan jî li sêdareyan de darve kir. Lê belê wan wek hewriyên xwe li beramberî rejîma dagiker ya Îranê serî netewandin li berxwedan û li ber xwe didin.

Em kesayeta Ş.Dêrsim tu carî ji bîr nakin em deyndarê ked û tekoşîna wî ne. Em wek KCR û YJCR Pêşengtiya ku Ş.Dêrsim li Rojhilatê Kûrdistanê kir emê bibin şopdarê xeta ku Ş.Dêrsim ji bo na me diyar kiriye. Careke din di salvegera şehadeta Ş.Dêrsim de Ş.Dêrsim bi minet darî bi bîr tînin. Em tevahî ciwanên Kurdistanê dawetî xwedî derketina mîrasa Ş.Dêrsim dikin.

Kordînasyona KCR

12.02.2020