Wek tê zanîn bi salane gelê kûrdistanê li çar parçeyê kûrdistanê ruberuy siyasetên qirkirin û tûnekirinê tên

       Wek tê zanîn bi salane gelê kûrdistanê li çar parçeyê kûrdistanê ruberuy siyasetên qirkirin û tûnekirinê tên. Îro jî bi armanca qirkirina gelê kûrd û tunekirina nasname û îradeya gelê me, dijmin di asta herêmî û navdewletî de, di nav palangerîyan deye. Di aliyekîde bi destê turkiyê li ser rêber Apo işkence tê meşandin û axa kurdistanê tê dagirkirin di aliyekiye de jî ABD li dijê 3 rêveberê PKK û şoreşgerê kurdistanê biryara desteserkirin û terorîzekirinê dide. Disan dewleta tirkiye û iran hevpeymanên dij gelê kûrd û îradeya gelê kûrd imza dikin kû hêzên tekoşer tûne bikin, bê hêz bihêlin û dagirkeriya xwe li ser her çar parçeyên kûrdistanê kurtir bikin. Ev yek nîşan dide ku dijminê me hem di asta herêmî de û hem jî di navdewletî de, di nav levhatinandeye kû komployek navdewletî li dij îradeya gelê kûrd  bi meşîne. Diyare kû hinek hizbên kurd jî dibin hevkarên van komployan.  Di serdemek kû li rojavayê kûrdistanê diskeftiyên gelê kurd çêdibin, li bakurê kûrdistanê berxwedaniyek bi heybet tê meşandin , li rojhilatê kurdistanê  li dij êrîşên rejima îranê di nav tekoşînek bilind û xwe avakirinek mezindeye, metirsiyek mezin li pêş gelê me û tevgera azadixwaziya gelê kûrdistanê heye.

     Li berambar van metirsiyan tenê rêyek li pêşiya ciwanê kurdistanê û ciwanên şoreşger heye. Ew jî azadiya Rêber Apo  û tekoşîna li beramber faşîzmeyê. Di serdemek ku dijmin dixwaze Rêber Apo bê deng bike, rojavayê kurdistanê û başûrê kûrdistanê jî dagir bike, tenê hêrs û tekoşîna ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger dikare van êrîşan vala derbixe.

      Pêwiste  ciwanên rojhilatê kûrdistanê bi zanibin kû êrişa li beramber Rêber Apo êrişa li beramber îradeya her kurdekî û her mirovakî azadîxwaze. Êrişa li ser her bostek xaka kurdistan êrişa li ser hemû xaka kurdistanêye. Dijmin  nahêle kû bastek xaka kurdistan azad bimîne, li beramber bostek(bistek ) xaka kurdistan bi hemû hovîtiya xwe êriş dike. Li beramber her kurdekî azadîxwaz û mirovekî azadîxwaz êrişên qirkirinê di meşîne. Êrişên ku van demên dawî çêbûn vê yekê pir vekirî nîşan dide. Êrişên li ser rojava, şengal û maxmûr li ser vî esasî çêbûn. Dîsan êrişên ku par li ser kerkûkê çêbûn li ser vî esasî bûn. Êrişên ku îranê vê havînê li ser gerillayê rojhilatê kûrdistanê û hizbên rojhılatê kurdistan çêbûn bi heman hevakriya dijminê gelê kurd bû. Niha jî li beramber başûrê kûrdistanê, şengalê û rojavayê kurdistanê êrişên tunekirinê berdewam dibin.

      Bêdengiya her ciwanekî kurd û ciwanekî şoreşger ji bo dagirkeran dibe hêzek mezin. Pêwîste bê zanîn kû dijmin herî zêde hêza xwe ji bê dengî û bê helwestiya ciwanên kurdistanê û ciwanên şoreşger digre.  

     Berdewam Ciwanên rojhilatê kûrdistanê û îranê li beramber dagirkeriyê xwedî helwestbûn. Lê belê pêwîste bê zanîn ku di vê serdemêde helwestekî xwurtir û zelaltir pêwîst dike. tenê  em bi hêrsa xwe ya tolhildanê û tekoşîna xwe ya bi berdewam dikarin çokên dijmin bilerzînin û dagirkeriyê bi dawî bikin. Li beramber tifaqa dijminan a kû di xwaze gelê kûrd qir bike, rêber Apo  bê deng bike û işkenceyê li ser dimeşîne, em jî pêwîste bi rihekî yekgirtî li beramber her cure dagirkerî û faşîmê bi rihê serhildanê tekoşîn bikin. 

    Tê  zanîn ku beriya salekê wek komalgeha ciwanên rojhilat (KCR) me li ser bangawaziya tevgera ciwanên her çar parçeyê kûrdistanê , pêngava SERÎ HİLDE dabû destpêkirin. Nihajî bangawaziya me ji bo hemû ciwanên welatparêz û şoreşger yên rojhilatê kûrdistan û îranê  bi pêngava SERÎ HİLDE re, beşdarî li pêngava TECRÎDÊ BİŞKÎNE, FAŞİZMÊ TÊK BİBE Û KURDİSTANÊ AZAD BİKE bikin.

    Beşdarbûyîna vê pêngavê ya herî bi rumet li beramber faşizmê û dagirkeriyê tevlîbûna nav refên gerîllaye û çalakbûna ciwan û jinên ciwane.

      Em vê pêngavê li ser bîranîna Ş. Dilovan Feda didin destpêkirin. Bawer dikin ku her ciwanekî welatparêz û şoreşger wê bi rihê Ş. Dilovan beşdarî vê pêngavê bibe û li beramber dagirkerî û faşizmê bibe xwedî çalakî.

                                                

                                                KOMALGEHA CIWANÊN ROJHILATÊ KURDISTAN ( KCR )

                                             5/1/2019