Jİ BO RAYA GİŞTÎ

Despêk1398/6/13

Wek tê zanîn li çar parçeyê kurdistanê dijminê dagirker bi hemû hêza xwe êrîşê ser nirxê gelê me dike

                    Wek tê zanîn li çar parçeyê kurdistanê dijminê dagirker bi hemû hêza xwe êrîşê ser nirxê gelê me dike. Di xwaze gelê me ji dîroka xwe, axa xwe û nirxê xweyî civakî qut bike.  Dagirkeriya îranê jî cihê xwe di nav van êrîşande digre. Li hember her cure dagirkeriyê mafê ciwanên kurd heye kû bi şêwazê cuda cuda li ber xwe bidin. Lê pêwîste bê zanîn kû li hember dagirkeriyê û hevkarê wê, bersiva herî bi nirx û xwedî girîngî, bi rêxistinbuyînê dibe. Yên kû pêşengtiya rêxistinbuyînê bikin ciwanin.  Beyî rêxistinê, helwestên ferdî kû bên nîşandan wê lawaz bimînin û wê dagirkeriyê lawaz neke.

      Ji ber vê yekê bangawaziya me ji hemû heval û ciwanan heye kû li derdora tevgera xwe kom bin, navenda xwe esas bigrin. Ev yek wê me bi hêztir bike û bihêle kû em bibin xwedî biryarên mezin.

   Li ser vî esasî di serî de berxwedana rêber Apo ya li zîndana îmralî, berxwedana gerîlla û berxwedana dayîk û gelê me yê welatparêz yê çar parçeyê kûrdistanê silav dikin.

                                                                   KOORDİNASYONA KCR

                                                                            05/09/2019