Wekî tevgera azadiya Kurd li çar parçeyê Kurdıstanê bı salane tekoşîneke bênavber û bê hempa tê meşandin. Yek ji qada me ya tekoşînê ku bi salane di oxira azadiyêde gelek berdel daye û destanên qehrementiyê nıvîsandiye jî qada rojhilatê Kurdistane. Wekî tevgera ciwanan jî salên direje ku em di vê qadê de xebat dımeşînin û li beramber dagirkeriya rejima İran ji bo gelê xwe tekoşîn dikin. Di rêya tekoşîn û azadiyê de wekî tevgera ciwanan li gel mezinkirina tekoşînê û derbeyên giran lı dijmin xistinê, me gelek hevalên giranbuha û qehreman jî di vê rêyêde şehîd dane. Li beramberî rejîma İran ya dagirker bi ruhekî fedaî û bi mîlîtantiyeke mezin gelek hevalên me şer kirine û bi berxwedaneke mezin tevlî karwanên şehîdan bûne. yek ji hevalek me yê xwedî vê ruhê mîlîtantî herî dawî di kemîneke ku dijmin pêşxistîde bi berxwedaneke mezin heta dawî li berxwedaye û di encamêde gihîştiye karwanên nemiran. Wekî endamekî tevgera ciwanên rojhilatê Kurdistan bûye şopdarê rêya ş.Hemin,ş.Bahoz,ş.Zal,ş.Brusk,ş.Faraşîn,ş.Dersîman. Bi ruhê ciwantî çanda fedaîtî û berxwedaniyê mezin kiriye.

İsal havînî di 15/07/2017 de, dema grubek heval li rojhilat, li herêma merîwan li ser karê xwene, dijmin kemin li pêşiya hevalan dadineynê.Ji ber kemînê, şer di navbera hevalan û dijminde derdikevê. Di encama şer de heval Hîwa Serdeşt ji grubê qut dibe û agahî jê ne dihat girtin.Demek dirêj li sere vê buyerê lêkolîn hatin meşandin. Di encamên lêkolînê mede derket holê kû heval Hîwa Serdeşt di dema kemîne ya dijminde bi qehremanî li ber xwe dide û şehîd dikeve. Derbarê kuştî û birîndarên dijmin yên di vê pevçunêde zelal nînin.

Ji ber kû zelalkirina encamên vî şerî dereng ket, destpêkê ji malbata heval Hîwa Serdeşt û hemû gelê meyî welatparêz lêborîn dixwazin.

Em wek komalgay ciwananên rojhilat, di şexsê heval Hîwa Serdeşt de hemû şehîdên şoreşa kurdistanê bi bîr tînin û girêdayîna xwe ya bi tekoşîna şehîdan re carek din zelal dikin.

Pêwîste bê zanîn kû ji destpêka şoreşa rojhilatê kûrdistanê heta niha tû carî êrîşên dijmin bê bersiv ne hatine hiştin û wê şahadeta heval Hîwa jî, bê bersiv neyê hiştin.

Heval Hîwa Serdeştî (Farûk Şexe), ji malbatek welatparêze. Sala 1996 li serdeşt gundê Qazan ji dayîk dibe. 01/10/2014 tevli nav refên gerîlla dibe. Ji qetliyamên kû li ser gelê kûrd pêk tên bandor dibe û hêstê wî yên welatparêziyê û ciwantiyê wî ber bi refên şoreşê ve tîne. Taybet berxwedana kobanê bandorek mezin li ser heva Hîwa çêdike û her tim bi hêstên tolhildanê jiyan dikir û tevlî xebatê buye.

Heval Hiwa piştî kû di perwerdeyên seretayî û birdozîde derbas dibe xebatê xwe di nav tevgera ciwanên rojhilatê kûrdistanê berdewam dike. li ser vî esasî derbasî rojhilatê kûrdistanê dibe kû xebatê şoreşê di rojhilatê kûrdistanê de bi hêztir bike.

Heta roja kû heval Hîwa şehîd bikeve jî, ew her tim bi moral, heyecan û bi wêrekî tevlî xebatê dibû. Wek Komalgay Ciwananî Rojhelatî Kurdistan carek din em soza tolhilanê didin kû wê tû êrîşî cumhuriya islamî bê bersiv nemînin. Her weha carek din soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.

Em wek komalgay ciwanani rojhelatî kûrdistan destpêkê sersaxî ji hemû binemaleya Ş. Hiwa Serdeştî dixwazin û her weha di şexsê malbata Ş. Hîwa de sersaxî ji hemû binemalêy şehîdên şoreşê re dixwazin.

SİLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

18/11/2017

KOORDİNASYONA KCR(KOMALGAY CİWANANÎ ROJHELATÎ KURDİSTAN)