Demekî li Rojhilatê Kurdistanê, dewleta Îranê li hember hêzên me ji hewayê bi rêya keşfan, bejahî jî operasyonên tevgerî pêk tîne

Demekî li Rojhilatê Kurdistanê, dewleta Îranê li hember hêzên me ji hewayê bi rêya keşfan, bejahî jî operasyonên tevgerî pêk tîne. Hêzên me her çi qas hewl dide bi hêzên dijmin re nekeve nav temasê jî hêzên dijminê dagirker li hember hêzên me operasyonan pêk tîne û kemînan davêje.  Li ser vî esasê hêzên me li ser esasê xwe parastinê dikevin pevçûnê.

Li gorî vê;

Di 24ê meha Çileyê de gerîlayên me, li Şaho li zozanên gundê Gozîban diçin erkê xwe, dijmin  operasyon  dide destpêkirin û kemîn davêje, hêzên me li vir bi dijmin re rastî hev tên,  pevçûnek  li vir diqewime, hêzên me ji bo xwe biparêze bersiva dijmin dide, di encama pevçûnê de ji dijmin 1 kes tê kuştin, 3 brîndar dibin.

Her wiha di 11’î meha Sibatê de girêdayî Şino, li Geliyê Qasimlo dema 3 hevalên me diçin erk, di navbera gundê Berbaran de seat li 19:00 dijmin operasyonek dide destpêkirin, li vir di navbera hêzênme û dijmin de pevçûnek derdikeve. Hevalên me sexlem in, di derbarê kuştî û brîndarên dijmin de agahiyeke zelal nîn e.

Her wiha hin rêxistinan ev pevçûn li ser xwe girtine lê ne rast e, ev pevçûn di navbera hêzên  me û dijmin de hatiye jiyankirin.

Di milê din de dijmin li ser qadên Rojhilat faaliyetên keşfê dimeşîne, di vê derbarê de hêzên me derbarê faaliyetên keşfê de ev agahî dan.

roja 13 û 14ê meha Adarê de girêdayê Şaho di qada Şehîd Ronahî de keşf digere,

her wiha dîsa heman mehê rojên 11,12,13’an de li ser Şaho ji seat 9:00 heta 12:00 keşf digere, li Koselan di 13 Adarê de seat di navbera 18-19:00’an de û 14 Adarê, piştî nîvro seat 13.30-14:00’an de keşf digere,

dîsa 14’ê Adarê, girêdayî Merîwanê li qada Şehîd Zîlan keşf digere.  Her wiha 15,16,17’ê Adarê de girêdayî Bane li gundê Mûcese, Bilo, Dirole, Davsîne û Kanînav û Sebedilo de ji serê sibehê heta nîvro keşf digere.

Her li gorî agahiyên xwecihî demekî ye li ser xeta sînorên Halepçe, Pêncewîn û Asos tevgerîna keşfê heye.

SLAV Û RÊZÊN ŞOREŞGERÎ

22-5-2019

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYA YRK