daxoyaniya Kordînasyona Yekîtiya Jinê Ciwan derbara 8ê Adar

Bi rihê tekoşîna jinên berxwederên dîrokê Clara Zetkîn, Roza Luxenburg , Leyla Qasim û Sakîne Cansiz a em wekî jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê 8 Adar  li tevahiya jinên cîhanê ku li hemberî zîhniyeta zilamsalarî di nava tekoşînê dene pîroz dikin. Em wek jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê zîhniyeta zilamsalarî  û her cure polîtîkayên wanê qirêj  qebul nekin û heya dawî ji bo azadiya jinê tekoşîn bikin. Ew zîhniyeta ku jinê ne mîrov û wek metayekî dibîne emê jî wek jinên ciwan parçe bikin.

Her wiha zîhniyeta ku jinê bê îrade dike, dibin siya zilamda mezin dike û bi çanda tecavûzê dide jiyan kirin, tûcarî qebûl nakin û tekoşina xwe di hemû qadan de bilind bikin . Em baweriya hêza jinin.  Jin dijminê pergalê yê herî mezine. Wekî ku tê zanîn dewleta Îran bi zîhniyeta olperest, dixwaze mejiyê jinên ciwanên welatparêz, şoreşger û azadîxwaz dagir bike. Wan ji nasname û rastiyê  dur bixe. Dixwaze jin xwe tenê ayîdê zilam bibîne, beramberî zilam serî bitewîne.  Berxwedêri û serî danexistina jin ve siyasete vala derdiğe.

Di heman demê de jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê bi paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxistiye xwe rêxistin dikin. Ji bo jiyanekî exlaqî-polîtîk tekoşîna xwe bi hemû jinên azadixwaz bidomine. Jinên ciwanên Rojhilat  xwedî li mîrasa Sara yan, Şîrîn Elemholî yan, Axînan, Serhildanan û Zîlanan derdikevin, dibin şopdarê nirxên ku wan ava kiriye u di bilindkirina tekoşîna wan de cîh digrin. Li ser wan bingeh û nirxan  bi navê Ş. Dersîm Tolhildan me hemleyekî nû dest pêkiriye. Wekî Yekîtiya jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, bangawaziya me ji bo jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye ku bi tekoşina xwe li hemberi dijminê dagirker tola xwe bistînin.

Ji bo parastina nirxên azadiyê di seri de azadiya jinê, bang li hemû jinên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ji bo xwedi li nasnameya xwe derbikevin tevlî  refên gerîlla bibin. Bi rihê jinên ciwan di çiyayên Kurdistane de azadiya xwe mîsoger bikin. Em bibin jinên azad û civakî. Bibin pêşengê berxwedanê. Bi tolhildana şoreşgerî  parçe dikin dagirkerî, azad dikin Rebertî.

           

 Kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan

 07-03-2017