peyama komîteya çand u huner w KODAR ji bo bîranîna Mamosta Hêmin Mokiryanî

Weke nawenda çanda Bêstûn, salvegera 31 a koça dawî Mamoste Hêmin Mûkiryanî bi bîr tînin û di kesatîya mamosteya mezin Mamoste Hêmin de bi rêz û wefadarî soza serketina rîya hemu hûnermend û şaîrên têkoşer û şehît dubare dikin.

Mamoste Hêmin bi helbest û wêjeya xwe, xizmetek mezin bi dîroka gelê kurd kiriye û bûye mîrasek ku hûnera kurd bi hêzek a bi buha bi roja îro gihandiye û îro jî bi hezaran hûnermend û hûnerdost liser rîya wan dimeşin.

Îro weke gelê kurd u bitaynet jî hûnermendan, divê xwedî li van hûnermenda û mîrasên wan ku ji bo me hêştine. Mamoste Hêmin kesatiyek xwedî helwest û vîn bu. Ti caran zûlm û zora liser gelê kurd qebul nekiriye û xwedî seknek têkoşer buye. Xwedî derketina herî bi wate ji bo wan hûnermend û mîras û kedên wan, xwedî derketinek a bi rumeteya gel, nîştman û axa meye. Bi vêre jî bilindkirina têkoşîna azadî ku çand û hûnera kurdî, hem bngeha têkoşîna azadiye û hem jî serketina wî jî serketina hûnera resen û lawazkirin û nehêştina êrîşên qirkirina a li dijî hûnera kurde.

Ji virve peyama herî mezin ku ji van hûnermend û têkoşerên mezinre werê dayîn, sazkirina yekêtîya têkoşîna azadiye.

Em bi navê nawenda çanda Bêstûn, careka din Mamoste Hêmin Mûkiriyanî bi bîrtînin û bi têkoşîna xwe hewil didin ked û mîrasên wan mezintir bikin û ji bo zarokên vê welatê re bikin ronahî.

 

Komîteya Çand u Huner a KODAR

15.04.2017