Rewşê sîyasî û aborîya rejîma îranê ku li ser esasê desthilatdarî pêk hatî niha bi buhranê civakî û zihnîyetî xwe nîşan dide. Ji ber taybetmendîyê antîdemokrtîk a rêbazê çareser kirina pirsgirêka di dewleta îranê, rejîma despot di hemû qadên sîyasî, aborî, civakî û çandî gihîştî kaosê û tevlîhevîyên bingehîn
 
Rewşê sîyasî û aborîya  rejîma îranê ku li ser esasê desthilatdarî pêk hatî niha bi buhranê civakî û zihnîyetî xwe nîşan dide. Ji ber taybetmendîyê antîdemokrtîk a rêbazê çareser kirina pirsgirêka di dewleta îranê,  rejîma despot di hemû qadên sîyasî, aborî, civakî û çandî gihîştî kaosê û tevlîhevîyên bingehîn. Ev pirsgirêk jîyana civakî û jîyanî hemû hemwelatîyê îranê bandor kirî û zemînê hejartî di warê fikir de ava kirî. Ser vê esasê erkê dîrokî yê hemû gelê îranê eve ku bi îrade û zana bûn, rêkên çareserî ji buhranê heyî pêş bixin ji ber ku tenê civak û pêkhateyên civakî dikarin hêza bi dest xistina azadîyê bin.
Sîyasetê îranê ser esasê pevçûn û dijwar kirina nakokîyane û niha di derve û hundir îranê ketîye qonaxa sîyaseta şer û derveyî du rêka ku ango yan teslîmîyet û yan şer û têk çûne tu rêyek ji bo rejîmê nemaye. Berovajî propagandayê derewîn yê ragihandinê rejîm, niha muvazina desthilatdarî li gor berjewendîyê hêzên dijî îranêye û îmkana wê heye ku gelê îranê bikevin nav karesatek mezin. Di warê dîplomatîk de nakokîyên sîyasî di navbera rejîm bi cîranê herêm û derveyî herêm, îran monzevî kirî. Di warê aborî de jî perê ku ji sadirata neft tê bi dest xistin pir kêm bûye û hemû projê hilberînê hatî rawestandin her wiha hilberînê kişt û kal û pêşeyî aktîv nîne ji ber kû aborîya îranê aborîyek rantî û girêdayê nefte û li ser gendelî û mafia pêk hatî, çavkanîya wê jî zîhnîyeta faşîstîya dewletê îranê ye. Yê ku her tim dibin qurbanîyê wan sîyasetan civaka îranê ye.
Berhemê hevrikî ji bo desthilatdarî hejartî, birçîtî, bikar anîna made hişber, întihar,bêkarî û buhatî ji bo gelê îranê bûye. Hemû propagandayê medyayê îranê ne li gorî rastîya heyî a civaka îranê ye. Mesela esasî nebûna birêvebirinek bihêz û demokratîk ya civak û aborîye. Bê guman şerê cîhanîyê sêyem ku bi dijayetî bi kurdan û rêber Ocalan destpê kir û bi salane ku kurdistan navenda wê ye niha îran girtî hedefa xwe û ev şer an bi guhertina pêkhateya sîyasî û aborîya îranê yan jî bi rêka şer û teslîmîyeta bi dawî bibe. Helwêstê emperyalîstî û berjewendîxwazê hêzên sermayedarê navdewletî li kêleka helwêstê girtî û paşverû yê rejîma îranê hêvîyê çareserîyek demokratîk di rewşê kaotîk yê heyî de nehêştî.
Wiha dîyare ku rejîma îranê militarîze kirina rojhilatê  kurdistanê û emnî kirina wê ji rewneqa aborî û peşketin li rojhilatê kurdistanê girîngtir dizane. Taybet nifşên civakî wek kolberan wek qurbanî û amûr ji bo bi hêz kirina desthilatdarîya îranê tên bikar anîn. Rejîma îran û tirkîye senaryoyê hevbeş li dijî gelê kurd pêşdixin. Ev helwest taybet li sala 2006 şûnve zêdetir bûye. Mirov dikare bêje nakokî û pevçûnên sîyasî û aborîyê di navbera îran û tirkîyê dîrokîne lê di dijayetî kurdan û hakimyet ser herêmên jêostratejîk û jeopolîtîkê kurdistanê de her tim sîyastê hevbeş meşandine.
Di rojên dawî rejîma îranê ji bo xapandina raya gîştî her wiha ji tirsa bandorî û berfireh bûna tevgera azadîya gelê kurd neçar ma du kongrê yanî ‘kongra şehîdê kurdistan’ û ‘ kongra navdarên  kurd’ li bajarê sine lidar bixe. Hedef ji darxistina wan kongra dijayetî û bêtesîr kirina muhalefetên civakî, rewşenbîrî û sîyasî ye. Ev kongra di halek de tên lidar xistin ku mafê prewerde bi zimanê dayîkê di qanûnê rejîma îranê de nîne û sîyasetê asîmîlasyona çandî di astek pir berfireh hemû gelê îranê xistî rewşek bi karesat. Bang kirina kesayetê hunerîyê kurd ji bo vê kongrê û bikar anîna wan ji bo lewaz kirina kela berxwedana gelê kurd, dubare kirina senaryoya binketî a dewleta faşîstîya turkîye di sala 2013 bû. Ev kongre hewl didin fikrên şovenîstî li hemberî ramanên azadî pêş bixin. Her çalakê sîyasî û civakî divê baş têbighîje ku ev karnavalê lûks û derewîn di cewher de înkara hebûn û nasnama gelê îran taybet kurdane. 
Bê guman pêşxistina rêkê çareserî ji bo  pêvajoya heyî a li îran û rojhilatê kurdistanê , erkê dirokî ji  bo azadîya gelê îranê ye. Her rêkê ku li ser esasê pirensîbê demokrasîya xwecîhî û îradî be li alîyê tevgera azadîya gelê me û KODAR yê were pejirandin. Niha pir rêxistin û pêkhateyê sivîl, mafê mirov û rewşenbîra ji bo çareser kirina buhranê sîyasî, aborî û civakî kar dikin lê ev hewildan têrger, hevgirtî û yekpare nîne. Ji bo wê divê ev pêhate ku wek pêşengê gelin însîyatîfa civakî û rêxistinî bi kar bînin û ji bo ava kirina rêxistinê gel, komîtê ‘ne bi îdam’û ‘ azadîyê zîndanîyê sîyasî’û ‘parastina jîngeh’ û ‘çareser kirina buranê civakî’ gav bavêjin.
pêxirtengî û pirsgirêkê civakî,sîyasî, aborî û mafê mirov rastîyeke ku nayê înkar kirin û klîda çareser kirina wê di destê civakê bixwe deye. Ji ber ku rayedarên dewletê hebûna kaos û pirsgirêkê sîyasî û jîngehî înkar dikin mînak hikumeta îranê hebûna zîndanîyên sîyasî înkar dikin. Di atmosferek wiha înkarger, pêşdebirina tevgerên civakî yekane pîvana dîyarker ji bo berdewam kirina jîyana civakî û sîyasîya gelê kurd û îranê ye. Di qada çalakî û tekoşîna hizb û tevgerên îran û kurdistanî ava kirina ‘ platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran’ pir girînge. Tenê pêk hatina ev platformana dikare tekoşîna rêxistinê medenî û gel temam bike û piştevanê wan be. Bingeha wan platformana divê li ser esasê demokrasîya radîkal û sîyastek demokratîk be. Hedefa bingehîn a platforman pêşxistina demokrasî, çareser kirina pirsgirêkê civakî û ava kirina xwerêveberîyên  demokratîk be. Ev helwestê exlaqî û sîyasî hemû hizb û rêxistinan di zemînek demokratîk de bîne gel hevdû.
 
Em wek KODAR,civaka demokratîk û azadê rojhilatê kurdistanê bawer dikin ku mirov dikare ji bo azadîya gelê îranê pêşengtî bike û tevlîbûnek demokratîk bi berjewendîyê hizbî-rêxistînî tercîh bike. Ev yekane şansê hemûyane ku li vê derfetê dîrokî ji bo gihîştin bi demokrasîyê bi kar bîne.
Civaka demokrartîk azadê kurdistanê, KODAR
15/7/2019