Buhar û azadî,têkîlîyek wan ne ji hev qut heye. Heyacan û kêfxweşîya hatina buharê tê watayê meyla însana bi nû bûn,guhertin û veguhertinê. Di noqta hemberî buhar û azadî, cemidîn, mirin û bêdengîye heye. Ji bo wê têkoşîn ji bo ava kirina jîyanek azad, tê watayê têkoşîn hemberî mirin, cemidîn û bêdengîtîye

Buhar û azadî,têkîlîyek wan ne ji hev qut heye. Heyacan û kêfxweşîya hatina buharê tê watayê meyla însana bi nû bûn,guhertin û veguhertinê. Di noqta hemberî buhar û azadî, cemidîn, mirin û bêdengîye heye. Ji bo wê têkoşîn ji bo ava kirina jîyanek azad, tê watayê têkoşîn hemberî mirin, cemidîn û bêdengîtîye.

Têkoşîna gelê kurd di sala 1398 di rêya azadîya gelên blindest û pêk hatina sîstemê konfedralîsma demokratîk û di heman demê rizgarîya rojhilata navîn ji bin hejmonîya paşverû ye, bi avayek bihêz berdewam kir. Hewildanên “civaka demokratîk û azad ê rojhilatê kurdistanê”,KODAR wek sîstema gelê me ji bo pêk hatina yekîtîya hizb û yekparçe bûna refên têkoşîna gelê me li her çar perçê Kurdistanê, lidarxistina kongra netewî ê yekîtîya berxwedanê ji bo rojhilatê kudistan û îranê  bû mizginîya pêşerojek ronî. Hatina sala nû a 1399, wan erkan girantir û girîngtir dike. berê her tiştî em sala nû li gelê me û hemû gelê blindest pîroz dikin û bawer dikin ku ev sal yê bibe sala berfireh kirina têkoşîna gelê îran û rojhilatê kurdistanê.

Di sala derbas bûyî, dewama zilma bênavber a pergala desthilatdar dijî gelan bi taybet gelê kurd,hem gelê me hem tevgera azadîxwezîyê bi biryar kir ku bi îsrar bernamê azadîya gelê xwe li hember bahoza hilweşîner a dewletên statukuparêz û paşverû ku di nêvenga şerê cîhanî ê sêyem deye, pêş bixe. Girêdan bûna KODAR û  lêhûrbûn ji  bo rêxistin kirina gel di asta stratêjîya bêberamber a “xeta sêyem”, mohra xwe li salê da. Ji bo pêk hatina vê mijara girîng, hewildanê KODARê ji bo pêkhatina yekîtîya netewîya hizb û opozîsyonê kurdistanî û îranî yek ji erkê dîrokî ye ku ev di çarçova rêbertîya stratêjî,bername û taktîkî pêş xist. Di vê salê guftigû û hevdîtinên dîplomatîk ê PJAK û KODAR bi hizbên kurdî bênavber berdewam kir û wek prepirsyarîyek lê hate nihêrtin. Her wiha tevlê bûna kodar di “pilatforma îrana demokratîk” li avrûpa bi armanca yekîtîya opozîsyonê îranî yek ji xebatên girîng di “konferansa şêwra netewîya rojhilatê Kurdistan” bû. Di vê astê de belkî bersiva hizb û opozîsyonê îranî û kurdistanî li gorî ronahîya rêya azadî di vê pêvajoya dîrokî têrger nebû û nîne lê vîcadana agah a kodar bi pêk anîna erkên ku gel daye ser mile wê, rihete û bêguman ev têkoşîn û hewildan yê berdewam bike.

Li alîyek din ve, di rewşek ku kodar bi hemû hêz û biryardarîya xwe ji bo yekîtîya gelên îranê têkoşîna xwe berfireh kir, mixabin rejîma îranê bi giran kirina êrîşên veşartî li dijî refên gêrîla li makû heya îlam û di kemînên di herêmên hundir û sînorî, ev peyam da ku bi ruxmê gefên derve û hundir û berdewam bûna rawestana yekalî a operasyonan li alîyê YRKê ama dîsa hazir nine mafê herî biçûk ê gelan taybet gelê kurd nas bike. Di demsalên buhar, havîn û payîza sala 1398 êrîşên rejîmê bi hedefa dagir kirina rojhilatê kurdistanê û ji pelçiqandina tevgerê, careke din helwestê  dijminane ê sîyasî û leşkerîya xwe di mijar dijayetîya kurdan a dîrokî û hemdemî îsbat kir. Li hemberî wan êrîşan, berxwedan û ruhê fedayî a hêza gêrîla li kêleka êşên bêguman ê gelê me, bihêz bû kû di encama wê şehadeta neh gêrîlayê fedayî wek Sîrwan û Ferhadan bû. Rejîm ji ber dizanî ku stratêjîya gêrîla li hemû heremên rojhilatê kurdistanê ye,pêywendîya navbera gel û gêrîla nekarî tehemul bike.

Destkeftyên berxwedana gel û gêrîla bêguman di serhildanên 26 abanê 1398 eşkere bû û serhildana gelê me li kêleka gelên îranê pêlek ji hêvîya azadî ji zilma pergala îranê çêkir. Dewam bûna anbargo ku sedemê wê sîyasetê rêjîm ê dijminahîye, li ser gel zextek pir giran çêkirî û berdwam bûna gefên sîyasî û leşkerî ê derve, dîsa jî rejîm li çûyîna ber bi hilweşîna hetmî venegerandî. Ev rîska bêperwa a rejîmê wek piloqek kujer ê qeyranê zîhnîyetî, civakî, aborî, sîyasî, jîngehî û çandî serî vekirî û axîna girseya gel bilind kirî. Çavbirçî bûna hejmonxwazîya tehranê wek hewesek roj bi roj zext li ser hemû gelan zêde dike û rewşa gîştî di pêvajoya pêxirtengîye û bêguman teqîna serhildana gelan ku di payîza 96 û 98  hin pêvajo derbas kirî, nêze. Sala raborî, sala hevrazê bin ketina pergalê bû û bi xwepêşandanê dij bi dewleta îranê li welatên din, rûyek herêmî bi xwe girt.

Eşkereye ku komploya navdewletî dijî tevgera azadîxwezî û gelê kurd tenê ne têorîyek belkû rewşek navnetewîye ku li hale hazir di çarçova rojavayê kurdistanê, tevayî kurdistanî û rojhilatanavînîye. İran ji bo lewaz kirina tevgera azadîxwazîya kurd, bi dewletên heremê yê muhafizakar taybet turkîye li ser êrîşa li ser her parçê kurdistanê hevrêtî dike. Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser rojava û başûrê kurdistanê ku di qaliba şerê taybet ê navnetewî ê hevalbendîya hêzên herêmî û cîhanî pêk hat,careka din wek nêzîkahîyek dîrokî peyama qirkirinê da gelê me. Li pêşîya wan êrîşên zalimane, zextên dijwar li ser rêber apo hîn berdewame.

Civaka demokratîk û azad ê rojhilatê kurdistanê,kodar mizginîya vê dide ku di sala nû, xwînek taze bikeve nav têkoşîna azadîxwazîya gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê. Ev mijar hem pêwîstîyek pêvajoyê hem jî divêtîyek dîrokîye. Kodar ji bo berfireh kirina her milî a têkoşîna azadîyê li îran û rojhilatê kurdistanê soz dide. Li rojên nêzî newrozê, emê di hemû qad û meydanên têkoşînê hemû hêza xwe ji bo gihandina gelê îran û rojhilatê kurdistanê ji bo azadîyê bi kar bînin.

Dive baş were zanîn ku stratêjîya rejîmê di pêvajoya niha hewildanê ji bo  yekdest kirina desthilatdarî û pregalê bi li ortê rakirina demokrasîxwaza, cîyawazîyê fikrî û biser xistina ekola tundrew a ûsûlgeraye ku elbet îlan kirina bernama ne dîyar a “pêngava duyem ya şoreşê” ku wek zincîre darbê askerî ku li ser esasê dijayetî bi serhildanê gelane, berdewam bû. Kuştina kolberan, zext li ser girtîyên sîyasî û çalakên sivîl,kargerî,jin,ciwan û jîngehî berdewama sîyasetê dijbi gelane. Têkoşîn, têkoşîna hemû gelê îranê ye û divê newroz wek merheleyek têkoşîna yek sale were mêzandin. Em gelê me û gelê îranê dawet dikin ku di sala çarenûsê de têkoşîna xwe bighînin asta herî jor û lazime encûmenên gel  ku ji bo çareserîya pirsgirêkên sîyasî û aborî û derbaskirina wan qeyrana û komployên rêjîmê ava bûne, hata di têkoşîn hemberî vîrûsa krona bredewam û pêşkevin. di vê çarçovê de rola jinan û ciwanan wek lingê esasî ê serhildanan pir girînge. Newroz dikare bibe destpêka vê têkoşînê û serhildanên pêşîya gel û sala nû bibe sala “pêşxistin û serhildanê rêxistinên gel ê aktîv”.

Li ser vê esasê newrozê û destpê kirina sala 1399 li hemû gelê kurd li her çar perçê kurdistanê, gelên îranê û herêmê pîroz dikin û hemû gel û rêxistinê sîyasî ê kurdistanê û îran û hêzên azadîxwaz dawetî yekîtî û hevkarî li ser esasê çareserîya demokratîk a pirsgirêka dikin. Careke din bi hêvîya serkeftin ji bo gelan û azadîya rêber ocalan, soz didin ku bi şêwazek fedayî li ser bingeha erk û berpirsyarîya dîrokî xizmeta gelê xwe bikin.

 

Civaka demokratîk û azad a Rojhilat ê kurdistanê

19-3-2020