Fuad Bêrîtan hevserokê civaka demokratîk û azad a rojhilatê kurdistanê tevlî bernama Hêlî 3 a aryen tv bû û guhertin û veguhertinê dawî yê herêmê nirxand. Bêritan ser dagirkirina başûrê kurdistanê axivî û got sedem û hedefa vê sîyasetê bêtesîr kirina fikir û felsefa rêber Apo ye û KDP rê li ber vê dagirkerîyê vedike.

Fuad Bêrîtan hevserokê civaka demokratîk û azad a rojhilatê kurdistanê tevlî bernama Hêlî 3 a aryen tv bû  û guhertin û veguhertinê dawî yê herêmê nirxand. Bêritan ser dagirkirina  başûrê kurdistanê axivî û  got sedem û hedefa  vê sîyasetê bêtesîr kirina fikir û felsefa rêber Apo ye û KDP rê li ber vê dagirkerîyê vedike.

Fuad Bêrîtan di bernama vê heftê a HÊLÎ3 destpêkê salroja şehadeta zeynep kinacî, Zîlan û Letîfe selamet bi navê kod Zîlan bibîr anî û got rêya tekoşîna wan û pêk anîna armancên wan yê her berdevam be. Di berdevama axaftinê xwede li ser guhertinê dawî yê heremê, têkîlyê îran û tirkîyê û dagir kirina başûr nirxand.

Bêrîtan li bara êrîşên dewleta dagirkera tirkîyê li ser kortekê ku çend hemwelatî şehîd bûn wiha got: rejîma faşîsta tirkîyê sîyaset û taktîkê Îsraîl a hemberî gelê filistînê bikar tîne. Tirkîye dixwaze raya gîştî li hemberî qirkirina kurda  bêdeng be her wiha bi rêya ragihandinê xwe êrîş û kuştina kurdan  bike dîyardeke rojane ku dubare dibe.

Hevserokê KODARê bal kişand ser bêdengîya partîyên  başûrê kurdistanê û got: bêdengîya hizbên başûr hemberî wan kiryaran tê watayê ku hevalbendî bi dewleta tirk li ser esasê têk birina gelê kurd heye. Ger jîyana gelê kurd ji bo desthilatdarê başûrê kurdistanê girîng ba em şahidê bêdengî tu ekol û hizbê başûrê kurdistanê nedibûn.

Bêrîtan wiha berdevam kir: tirkîye hewil dide bi dagir kirina xakûrk û xinêrê bermahîya çetê daîşê di van devera bicîh bike û sînorê Zaxo heya Qendî ji bo vê sîyasetê ji alîyê van ve baş tê dîtin. KDP bi îhanetê rê li ber dagir kirina  kurdistanê vedike û di serkut kirina serhildanê gel, şoreşgerî û çalakîyê medenî bi dewleta tirkîyê hevkarî dike.

Bêrîtan li bara girîngîya hebûna P.K.K di başûrê kurdistanê wiha got: dagir kirina başûrê kurdistanê ne ji bo hebûna P.K.Kê ye. P.K.Kê tê watayê berxwedan û tekoşîn li dijî dagirkeryê. Yek ji sedema hevalbendî di navbera tirkîyê û KDPê bêtesîr kirina fikir û felsefa rêber Apoye. Ragihandinê ku ji alîyê KDPê tên birêve birin rastîyan berovajî dikin û beşek ji dezgehê şerê taybetin.

Bêrîtan têkîlyê navbera Îran û Tirkîyê wiha şîrove kir: rejîma tirkîye û îran bi hevkarî bi hevre hewl didin Qendîlê lewaz û bêtesîr bikin. Dijayetî bi destkeftî û berjewendîyê gelê kurd di kurdistan û herêmê armancê esasî yê vê hevkarîyê ye.

Bêrîtan di dawîya bernamê li ser têkîlî û nakokîyên îran û amerîka axivî û wiha got: ger ev rewş were berdewam kirin rejîma îranê yan divê teslîm be yan  her du alî bikevin nava şerek demdirêj. Her wiha ger şerek destpê bike jî, her du hêz jî nikarin rêya çareserî bibîne. Xeta sêyemîn dikare wan pirsgirêka çareser bike. Xeta sê rêya rizgarî li rewşa heyî ya civaka îranê ye. Yekîtîya hizbên rojhilatê kurdistanê, opozîsyonê îran û hevgirtina gelên îranê dikarê hemû derîyê mifte kirî weke.