JI BO RAYA GIŞTÎ RE

Despêk1397/9/4

                                     

Di serî de bi tekoşîn û  bi fedekariyek mezin  yên ku canê xwe di vê rojê de feda kirin û vê rojê di asta cihanî de xistin roja berxwedan û tekoşînê, ya  beramberî zilm, zora hişmendiya zilam ê serdest her 3 ê xwişkên Miraball  û her wiha, ji wê rojê û heta rojame ya iro, jinên ku di vê riyê de meşiyane  û  canê xwe ji dest dane hemu jinên şoreşger, em bi rêzdari bibîr tênin û di pêşengtiya jinan  soza serkeftina civakek demokratik û azad didin.

Di dîrokê de tekoşina jinan berdewam hebuya  û di rojame ya îro de jî di Rojhilata navîn de, di pêşengtiya jinên Kurd de vê tekoşinê gihaye asta xwe ya heri bilind û bala hemu cihanê kişandiya ser xwe. Di aliyê  zanist de rêber APO jineolojî diyariyê  hemu jinên cihanê kiriye. Bi xebat û israra Rêber APO  îro  jinên Kurd, buye xwedi ideoloji, rêxistin û pergala xwe parastinê. Bi hezaran sembol û qehremanên jinên Kurd yên fedai wek Zilan, Biritan, Viyan, Şirin Elemholi, Arin Mirkan, Avesta û Zilan Serdeşt  beramberi zilm, zor, neheqi û koletiya li ser jinê hatiye ferz kirin xwe kirin agir, bombe û rê li pêşiya jiyanek azad vekirin. Bi qehremantiyek bê numune jinan ji mirinê rizgar kirin û ji bo jin û gelên bindest nasname û kesayetek azad ava kirin.   Bi hezari salan ji aliye pergala cinsiyetparezi de heqîqeta ku ji jinan hatibu veşartin iro bi tevgera azadiya jina Kurd şember û misoger buye. Vaye jî ji bo gelan û hemu jinan buye çavkaniya ilham hêvî û baweriyê. Lêbelê ruxmî vêya di Rojhilata navîn de jin di aliyê rejimên faşist yên cinsiyetparez de rojane li rasti zindan, darve kirin, qetliam, tecavuz û bi her cure tune kirinê tên. Asta tekoşina jinan çiqas bilind û belav dibe, di beramberi viye de pilan û êrişên cinsiyetparez ya li dijî jinan jî ew qas dijwar û bê sinor dibin. Taybet ji aliyê dewleta faşist ya İran ê de van kiryarane gihaye asta xwe ya heri dijwar. Li welatê îran û Rojhilati Kurdistan ê roj nine jin xwe ne kuje, neyê kuştin û li rasti feqirtî, bê kari,  heqaret û bê rumetiyê neyên. Ji bo jinan li beramberi jiyanê û  pêşerojê bê hêvî bike di temenê biçuk de zewac qanuni kiriye. Cardin jin dema ku li rastî tecawuz û şidetê tê, beramberi viye de hewildana  jinan ya xwe parastinê ji aliyê dewletê de  wek tewanek mezin tê dîtin û di encamê vîye de jî jin tên darve kirin. Heri dawiyê nêzikî roja 25 ê mijdarê dewleta İran ê  qanuna ku derbari jinan de girtiye, jin nikarin bê hevjin, bav û birayê xwe derkevin dervey malê û bigerin. Vaye jî, ji aliyê dewletê de hewildana bi temami zindani kirin û kole kirina jinê ya nav malêde bi xwere tene. Wek tê zanin zivistana   2017 meha 12 dê de li İran û Rojhilati Kurdistan ê li beramberi rejima faşist ya cinsiyetparez serhildan û xwepêşandan gel û jinan pir girseyi  çêbun û van xwepêşandanên gel heta rojame ya iro jî berdewamin. Di van serhildanane de dimenên heri balkêş pêşengti û wêrektiya  jinan bu. Jinan tevger û tekoşina xwe ya azadiyê di kolanan de despê kirin û girseyi kirin. Ji ber wê yêkê pir bi bandor û bingehin bun. Vaye di dewletê de tirseke pir mezin da avakirin. Ji bo ku dewlet rê li pêşiya tevger û xwe pêşandanên  jinan ya li kolanan de bigre bi dehan jin zindani kirin, her wiha bi senoryoyên bê bingeh  darve kirin û bi her cure êrişan jin hatin hedef girtin.

Lêbelê rih û iradeyek azad buyi û dixwaze xwe bi heqiqet bike, tu bendav, sinor û astengiyek nasnake. Ji berku di tekoşin kirinê de  dişta ku jin winda bikin nine, berovajî dişta ku  qezenc bikin û bi dest bixin heye. Bê tekoşin mayin yê  ji bo jinan koleti û tune bunê bi xwere bene. Li ser vê esasê em weki  KODAR di pêşengtiya jina Kurd de tekoşina azadiya jinan ya li İran û Rojhilata navîn   silav dikin û piroz dikin. Em weki KODAR di wê baweriyêde ne ku heta ku jin azad nebe, civakek azad û demokratik jî ava nabe û em  dibejin ku em piştgiriyê didin hemu  tevgerên  jinan yên ji bo azadiyê tekoşin dikin û heman wextê de  soza bilind kirin û serkeftina tekoşina azadiya jinan didin.

                                                                                           Hevserokatiya KODAR

                                                                                                     24.11.2018