Tolhildan di fikr û felsefeya ciwanên şoreşger da hêstekî herî pîroz û bi nirxe. Ji bo wê yekê jî her ciwanekî şoreşger bi hestên tolhildanê dikevin riya pîroz ya Şoreşê de. Ji ber kû heyf û kîna hezaran Salan tenê bi tolhildaneke Şoreşgerî ji rejiên dîkdator û zalima tê girtin. Her ciwanekî dilê wan bi agirê tolhildanê lê dide berê xwe dide Şoreşa Apoyî û bi fikr û felsefeya apoyî hestên xweyî tolhildanê xurt dikin û sond dixwin ji bo tolhildana hezaran salan rabikin. Yek wan jî xwedî hestên tolhildana mezin jî, be guman Rêheval Ş. Dersîm Tolhildanê. 

    Rêheval Dersîm Ciwanekî ji rojhilatê kurdistanê di malbateke welatparez û di riya azadiya kurdistanê de pir nirxên giranbûha dane de hatiye dine.  Ew hesten welatpareziya malbatê di rehaval Dersîmde vegûheriyê hestên tolhildanê. Rêheval Dersîm wêk ciwanekî Kurd ji diroka kurdistanê pir encam girtiye û heri dawî bi fikr û felsefa Rêber Apo naskiriye li ser vî esasî jî beşdarî nav refên gerillayê Apoyî buye. Rêheval Dersîm di kesayet û zihniyeta xwede parçebuyîna Kurdistanê qebûl nekiriye û di kesayeta xwede netevibuyin avakiriye. Ji bo vê yekê jî, nave xwe ji kela berxwedane ya çiyayen Dersîme girtiye. Ew yek ji diyar dike ku rêheval Dersîm di kesayeta xwe de kurdistanîbûyîn avakriye. Bi kesyeta xwyî kûrdistanî xwestiye bi giştî li beramber qetliyamên kû li dijî gelê kûrd hatiye meşandin, talo wan rabike.Ji bo vê yekê  jî paşnavê xwe ji dixe Tolhildan. Edî Nave wi Dersîm Tolhildan’e. Sond xwariye ku kurdistanê re bibe yek û tolê hildînê. Rêheval Dersîm piştî ku beşdari gerila dibe rastiya dijmin ya Kurdîstanê baş fêm dike û li gor ve jî kesayeta xwe saz dike. Demekî kûrt da di nav hevalan da wêk hevalêkî peşêng tê dîtin û beşdarî kar û xebatên Ciwanan dibe. Dema kû xebat dimeşîne jî her tim moral, heyecan, rûken, coş û motivasyonêkî rihê ciwantî ya asta herî jor da tevlî jiyanê dibe. Ev yek jî heval Dersîm di nav hevalan de hertim dexist peşêng û xizmetta yekêmîn. Her karî de wêk ciwanêkî Apoyî xwe pêşniyar dikir ta ku encam bigre. Karê ki bê encam tu cari şexsiyeta xwe de qêbûl nedikir. Hertim pewist bû karê wî encam bigrê û partiyê mezin bike. Rêheval Dersîm rûxmê ku hevalêk nû bû jî ji bo kar û xebatên bajêr xwe peşniyar dike. û dixwaze herê cihe herî zehmet ji bo ciwan û gel rêxistin bike. Dema kar û xebatên bajêr jî dike fikr û felsefa ji Serok Apo girtiyê kesayeta xwe da nîşanî ciwanan û gel dike. Destpêk heta dawî wêk ciwanêkê Apoyî di nav dilê ciwanan û gel de cihê herî germ û pîroz da cihê xwe digre. Bandorekê bê tarif li ser ciwanan da dike. Her cihê ku çûyê her dayîkêkî jê re axiviyê her ciwanêkê jê re kêniya yê bîranînêkê di wanda da ye çekirin. İro her ciwanêkî her dayîkêkî her kesekî rêheval Dersîm naskiriye mûhaqaq beşdarî kar û xebatên rêxistine bûnê. Ji ber ku xwe dêyndarê rêheval Dersîm dîtinê. Rêheval Dersîm şexsiyêta xwe da jiyanêkî azad jiyanêkî wekhev çawa tê jiyan kirin fêrî wan kiriyê.

Rêheval Dersîm dema ku kar û xebatên bajêr da ma yê tû carî neyînî nefikiryê. hertim ji xwe bawer û xwe kilîtî serkêftinê kiriyê. Rêhaval Dersîm serkêftinê şexsiyeta xweda avakiriye. Destpêkê da serkêftiyê. Mixabin ev serkêftina rêhaval Dersîm ji aliyê xwinmiş û dijminên Kurdîstanê de kûl û birînêkê kûr vekiriyê. Rêhaval Dersîm bi şewazêkî komployê ji aliyên dijminên kurdîstanê ve avayêkî hovanê derdora wî tê dorpêç kirin û tê qêtil kirin. Lê belê disa jî dijmin nagihîjê armanca xwe. Xewn û xêyalên rêhaval Dersîm nikarin têk bibin. Îro Rojhilatê Kurdîstanê de rêheval Dersîm wek qêhremanêkî gelê xwe te nasîn. Di nav dilê ciwanan û dayîkan da cihê herî pîroz da jiyan dike.

Em jî wêk  Rêhevalên, rêheval Dersîm 4. Salvegara şahadêta wî da wî bi rêzdarî û minnêtdarî bîrtînîn. Bejna xwe li ber wî û hemû şehîdên şoreşê ditêwinîn. Wêk ciwanên Apoyî û ciwanên Rojhilatê Kurdîstanê soz didin ku emê tola rêhaval Dersîm rabikin. Ew kar û xebatên ku di bajaran da peşxistiyê emê bigihinîn asta herî jor û serkêrftinêkî mayîndê emê dest bixin. Li ser wî esasî em carêk din soza tolhildanê didin û em dibejin serkêftina şoreşa Kurdîstanê serkêftina Şehîdanê.

 

Komalgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (KCR)

                                                         12.02.2018