Komalgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) duyemîn salvegera rizgarbûna Kobanî pîroz kir û got: “Serkeftina berxwedana Kobanî serkeftina hemû mirovahiya azadîxwaz e. Mîmarê vê serkeftinê jî Rêber Ocalan e.”
 Komalgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyeke nivîskî belav kir û salvegera serkeftin û rizgarbûna Kobanî li hemû gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û her wiha li hemû mirovahiya azadîxwaz pîroz kir û şehîdên berxwedana Kobanî bibîrtîne.

 

KODAR’ê diyarkir ku ewê armancên ku berxwedêr û şehîdên Kobanî ji bo wê têkoşiyan, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêkbînin û pêşbixin û wiha berdewam kir: “Mîmarê serkeftina Kobanî Rêber Ocalan e. serkeftina Kobanî di encama têkoşîneke dem dirêj ya 40 salan de çêbûye. Berxwedan û qehremaniya li Kobanî hate raberkirin di encama ked û têkoşîna mezin a YPG-YPJ’ê de hatiye bidestxistin. YPG-YPJ jî hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan girt. Di dûyemîn salvegera serkeftina Kobanî de mîmarê vê berxwedanê Rêber APO hîna jî dibin zextên herî dijwar de ye. Ti agahiyek di derbarê rewşa tendûristiya wî de nagirin. Ti ferqek di navbera pêkanînên dewleta Tirk li hember Rêber APO û êrîşên DAIŞ’ê ya li hember Kobanî de nîne. Armanca tecrîdê lewazkirina pergala demokratîk û azadîxwaze û bihêzkirina desthilatdarî û zilmêye li herêmê de.”

 

Daxuyaniya KODAR’ê wiha berdewam dike: “Gelê me li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û hemû mirovên xwedî wijdan Kobanî bi tenê ne hiştin û di roja teng ya Kobanî de piştgiriyê kirin. Ji lewma em çawa xwedî li Kobanî derketibin divê em bi heman rih û berpirsyariyê jî ji bo azadî û tendûristiya Rêber Ocalan bikevin tevgerê. Xwedî derketina li berxwedana Kobanî bi perpirsyarî nêzî azadî û tendûristiya Rêber Ocalan bûyînê re gengaze ye.”

 

KODAR bi berdewamî diyar dike ku binkeftina DAIŞ’ê di heman demê de binkeftina hemû hêzên ku alîkariyê didan DAIŞ’ê bû û wiha berdewam kir: “Binkeftina DAIŞ’ê binkeftina hemû hêzên alîgirê DAIŞ’ê jî bû. Serkeftina Kobanî jî tenê serkeftina bajarekî nebû, serkeftina hemû mirovahiya azadîxwaz bû.

 

Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî bi şêweyên cûda cûda bi awayeke herî baş xwedî li Kobanî derket û vê berxwedanê silav kir.