Komalgeyê Demokratîk û Azadê Rojhilatê Kûrdistanê (KODAR )bi duruşmeya “Em Bi Ruhê Şoreşa Gelan Civakê Birêxistin Bikin û Kurdistanê Azad Bikin” di 7.8 û 9’ê Gulan’a 2020’an de li çiyayên azad ên Kûrdîstanê kongreya xwe ya sêyemin lidar xist. Bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo bîranîna Şêhîdên şoreşê re kongre hate destpêkirin.

 

Komalgeyê Demokratîk û Azadê Rojhilatê Kûrdistanê (KODAR )bi duruşmeya “Em Bi Ruhê Şoreşa Gelan Civakê Birêxistin Bikin û Kurdistanê Azad Bikin”   di 7.8 û 9’ê Gulan’a 2020’an de li çiyayên azad ên Kûrdîstanê kongreya xwe ya sêyemin lidar xist. Bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo bîranîna Şêhîdên şoreşê re kongre hate destpêkirin.

Piştî kû ji aliyê dîwanê ve beşdarvanên kongre hatin silavkirin hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan axaftina vekirinê kir. Fuad Bêrîtan wiha dest bi axaftinên xwe kir; “Em di destpêkê de mîmara jiyana azad Rêber Apo kû li Îmraliyê li berxwe dide, hemû hevalên me yên kû li çiyayên Kurdîstanê têkoşîn dikin, gelê me yê welatparêz û hemû kesên şoreşger û demokrasîxwaz ên kû li zîndanan li berxwe didin silav dikin.’’

Herwiha hevserokê KODAR’ê Fuad Bêrîtan di axaftina xwe de balkişand ser van mijaran; “ Em îro li vir hevdîtinek dîrokî li dar dixin. Ji dost û dijmin re jî bersivek pir xort tê dayîn. Em kongreya xwe di pêvajoyekê kû welatê me ji her aliyê ve tê mêtingeh kirin, tê de zextên heyî zêde dibin, azadi ji holê tên rakirin, binpêkirinên mafên mirovan bêsînor bûne û di nav rewşekê kû rojane jin tên qetilkirin de pêktînin. Xizanî, feqîrtî û gendelî her kû diçe kûr dibe. Tundiya li ser jin, qirkirina li ser jin zêde dibe. Ciwan tên girtin û diavêjin zîndanan, li nava kolanan de tên darvekirin. Gelê Kurd di sedsala 21.’de jî tune tê hesibandin. Pirsgrêkên civakî êdî dibin wek qeyranek, aboriyên welatan êdî hatine asta îflasê. Lê em ji wê derê careke din dibêjin emê nîşanê herkesê bikin kû ew feraset û polîtîkaya qirker kû li ser gel tê ferzkirin ne qeder e. Li ser wê esasê em soza xwe ya azadiyê, demokrasîyê û wekheviyê  kû me dabu gel nû dikin û dibêjin; bi biryarbunekî grîng kû emê di kongreya xwe de bigihijîn de û di encama wê de jî ku plansaziya derkeve emê ji bo dost û dijmin xwe re bersiva pêwist bidin”

 

Piştê ku axaftina vekirinê bi dawî bu, rapora kar û xebatan ya kû ji aliyê hevserokên KODAR’ê ve hatibu amadekirin hate xwendin. Bi dawî hatina raporê re nirxandinên di derbarê pêşketinên siyasî û leşkerî de hatine kirin û ew tespîtên grîng hatin ziman; Di şert û mercên herêmê kû veguheriye navenda şerê cîhanê a sêyemîn ya kû pergala neo-lîberal di herêm û cîhanê de pêlek nu ya dagîrkeriyê bixwe re daye destpêkirin de, em dibin şahîdên pêşketinên pir alî û lez yên kû li rojhilata navîn diqewimin e.  Şert û mercên heyî ji pir aliyan ve dişibin şertên di dema şerê cîhanê a yekemin. Di wan şertan de pergala cîhanê hewildida li dijî pergalên Împaratoriyan pergala netew dewletan pêşbixîne. Lê belê di roja me ya îro de pergala global wê pergala netew dewlet’ê kû bixwe avakiriye li pêşiya berjewendiyên xwe asteng dibîne. Ji ber wê jî Rojhilata Navîn kû buye gorîstana projeyên Rojava û hîn jî di nav berxwedaniyê de ye, carek din ji aliyê wê pergalê ve ketiye nav qeyran û tevlîheviyê. Şerên kû têne jiyankirin wekî kû li herêmê tê dîtin li Îranê jî di her wateyê de buye sedema texrîbatan. Projeyên herêmî û global kû ji aliyê netewperestî, olî û zayendperestî tên pêşxistin û propagandayê wan tên kirin, bi rastiya gelên Îranê re lihev nakin,  ji aliyê civakan ve nayê pejirandin û lewre jî ruxandinê jiyan dikin. Di rastiyê de rêyek tekane heye kû ji bo gelên Îranê bibe nîşaneya jiyanekê bê netew dewlet û roniya hêviyê, azadî, wekhevî û demokrasiyê pêşbixîne; ew jî projeya Netewa Demokratîk e.”

Di roja duyemîn a kongreyê de encamên faaliyetên sê salan, xebatên inşaa ya civakî û rewşa komîteyan hate dest girtin. Di encama nirxandinên kû di wê çarçoveyê de hatine kirin de nêrinên bi wî rengî derketin holê;

 

Li Rojhilatê Kurdîstan û Îran’ê Rêya Yekane Sîstema Demokratîk Û Konfederal e

“Sîstema heyî ya Îranê kû navenda rengê gelan e, ji aliyê mijarên siyasî, civakî, çandî, ekolojîk, azadiya zayendan ve hemu derdorên civakê xistiye nav fişarê. Baweriya her civakekê bingeha cîhana manewî ya wê civakê avadike. Rejima Îranê bawerî û ol’an, ziman û çanda civakê her tim wek amurekî ji bo meşrukirina desthilatdariya xwe ya siyasî bikar aniye. Bi têkoşîna kû em didin meşandin ve nirxên nû ya civakî kû ji nû ve tên avakirin vê bibin inşaa ya civakekî azad. Pêşxistina civakekî demokratîk berî her tiştî bi avakirina sîstemên rêveberiyên xweser ve gengaz e. Ji bo kû civak bikaribin xwe bixwe birêvebibin divê têkiliya bi partiyên wekhev û demokratîk, sazî û rêxistinên sîvîl ên civakî werin esas girtin û şert e kû têkoşîna kû xwe dispêre yekîtiya hêza hevpar were pêş xistin û mezinkirin. Li Rojhilatê Kûrdîstan û Îranê rêya yekane sîstema konfederal a demokratîk e kû pergala netew dewlet derbasbike û ji hemû civakan re jiyanek alternatîf peşkeş bike ye. Lewre divê em di hemu qadên xwe yên xebatên civakî de xebatên parastina cewherî hîn bi rengekî bihêz bimeşînin. Xweseriya demokratîk kû li Îranê pêşbikeve wê ne tenê ji bo gelê Kurd, herwiha ji bo gelê Beluç, Ereb, Tirkmen û Azerî û hemu endam û pêkhateyên civakan bi nirxên xwe yên cewherî re lihevbîne û bigihîne maf û azadiyên bingehin.’’

 

Rejima Îranê Qada Aboriyê Veguherandiye Deriyê Berjewendiyên Xwe

Mijarek din a grîng  kû di kongreyê de hate nîqaşkirin mijara kolberan bu kû li Rojhilatê Kûrdistanê

wek brînekî nayê kewandin lê hatiye. Di kongreyê de ji bo Kolberan ew nirxandin hatin kirin; “Rejima Îranê qada aboriyê kiriye mêtingeh û talanê veguherandiye deriyê berjewendiyên xwe. Bêkariya kû her roja kû derbasdibe zêde dibe hejmara kesên kû xwe bi zibalê ve xwedî dikin jî zêde dibe. Li beramberî wê rewşê bêxemiya rejîma îranê ne bes bu, bi rekora gendeliyan ve jî li ser bişta civakê xwe hîn zêdetir mezin dikin. Gelê kû ji ber polîtîkayên rejimê her roja kû diçe ber bi felaketê ve ji bo kû jiyana xwe bidomîne serî li her rêyê dide. Li Rojhilatê Kurdîstanê ji ber kû gel mecbur maye rixmê zor û zehmetiyên mezin xwe li sînoran dide û ji bo kû bikaribe pariyek nan bîne mala xwe kolbertî dike. Di serî de kolberan û tevahî gelên Îranê bune qurbanên polîtîkayên şaş ya rejimê. Ji bo pêşxistina aboriya komunal ango civakî ya li hemberî wê siyaseta Neolîberal divê kû em xwe di hemu qadên civakê de birêxistin û perwerde bikin. ‘’

Di kongreyê de rewşa girtiyên siyasî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bûn mijarên nirxandinê. Bal kişandin ku zindaniyan bi berxwedaniya xwe çanda cepheya têkoşînê parastine û wiha pêda çun; “Bi ruhekî kollektîf û ruhê hevgirtina civakî ve divê hemu aliyên civakê bi zanebunekî bilind a berpirsiyartiyê xwedî li girtiyên siyasî û malbatên wan derkevin.’’

 

Roja Parastina Ekolojiyê Ya Rojhilatê Kurdistan Û Îranê

Di kongreyê de Şerîf Bacwer kû canê xwe ji bo parastina xwezayê feda kir, kedkarên tendirustiyê kû ji ber vîrusa corona jiyana xwe ji dest dan û mirovên kû di serhildanên meha cotmeh û mijdarê de jiyana xwe ji dest dane wek lehengên gel hatine dest girtin û ew nirxandin hatinkirin; “Qetilkirin, girtin û îşkencekirina bi sedan mirovên kû di raperînên meha cotmehê de pêşketin hêrsa civakê qat bi qat zêdekiriye. Li hemberî pêkanînên rejîmê kû civakê bi rêya birçîbunê terbiye dike, dîsa mîlîtarîze dike û ji exlaqa civakê dûr dixe û li hemberî zêdebûna gendelî û diziyê kû her diçe zêde dibe gel daketin qadan. Hevgirtina civakî ya kû di nav gelên îranê de tê jiyankirin cihê rêze ye. Di pêvajoya vîrusa corona de dewlet civakê radestî mirinê kiriye. Rixmî dewletê jî kedkarên qada tendurustiyê bûne wek fedaiyên uniformayên spî ya gel, bi şev û roj canê xwe danîne holê û ji bo sererastkirina tendurustiya civakê xebîtine. Herwiha têkoşîna parastina xwezaya xwe ya gelê welatparêz li hemberî polîtîkayên tunekar ya rêjîma Îranê bi taybet şewitandin û tunekirina xwezaya Rojhilatê Kurdistanê gelekî bi nirx e. Rastiyek a gelê me kû di wê oxirê de bedel daye heye. Lewra kongreya me roja  24’ê Tebaxê  kû dîroka şahadeta Şerif Bacwer û hevalên wî ne, ji bo jiyanîkirina bîranîna wan wek ‘Roja Parastina Ekolojiyê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê’ qebul dike.’’

Di kongreyê de ji bo pêşxistin û berfirehkirina xebatan, xebatên sazî û komîteyan jî hatin dest girtin. Bi diyarkirina rê û rêbazên di derbarê dema nû ya xebatan jî plansaziyên nû hatinkirin û biryarên nû hatin girtin.

 

Gulan Fehîm û Fuad Bêrîtan Wek Hevserokên KODAR’ê Hatin Hilbijartin

Li gor encamên kû ji sinduqên hilbijartinan de derketin, hevserokên nû ya KODAR’ê bûn Gulan Fehîm û Fuad Bêrîtan. Di kongreya sêyemin de Fuad Bêrîtan dubarê wek hevserokê KODAR’ê hate hilbijartin û Zîlan Tanya kû ev du dewre bu hevserokatiya KODAR’ê dikir, erka xwe  dewrê Gulan Fehîm’ê kû nû hatiye hilbijartin kir.

 

Konse Ya Rêvebir A Nû Ya Kodar’ê Hatin Hilbijartin

Piştî kû hevserok hatin hilbijartin, lîsteyên kû hevserok di derbarê konseya rêvebir de amadekiribûn ji bo dengdanê pêşkeşî delegeyan hate kirin. 18 kesên kû di kongreyê de Ji aliyê delegeyan ve bi dengên herî zêde hatin hilbijartin bûn konseya rêvebir a nû ya KODAR’ê.

 

Yên Kû Hewil Didin Hebûna Me Tûnebikin Îro Bixwe Bi Tûnebunê Re Rûbirû Ne

Piştî kû hilbijartin zelalbun hevseroka nû Gulan Fehîm axaftina girtina kongreyê kir. Fehîm di destpêkê de kongrê silavkir û daxwaza serkeftinê ji bo rêveberiya kû nû hatiye hilbijartin kir. Gulan Fehim wiha domand; “Kurdên ji çar parçeyên Kurdîstanê li her derê cîhanê di nav berxwedaniyekê de ne. KODAR xwedî mîrateyekî pir kûr a dîroka têkoşînê ye. Yekêmin beşê ku ji Kurdistanê hatiye cûdakirin Rojhilatê Kurdistanê bu lê îro berxwedaniya sedsalê li vîderê berdewam dike ye. KODAR, di serî de wê bibe denge Rojhilatê Kurdistanê û hemû Kurdên ya li seranserê cîhanê û gelên bindestan. Yên kû hebuna me, zimanê me, çanda me hewldan qedexe û tunebikin îro ew bixwe bi tunebunê re rûbirû ne.’’

 

Gulan Fehîm bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe anî; “Bi wê hêza kû me ji kongre girtiye û ew rol û mîsyona kû ji bo me hatiye dayîn emê bi berpirsiyarti li xwedi erken xwe derkevin û em diwî baweriyedane ku bi hevra emê têkoşina xwe bilind bikin. Li ser wê bingehê jî em kongreya xwe di serî de li Rêber APO, hemû Şêhîden kû ji bo kû têkoşîna me bixin dibin mîsogeriyê û di wê oxirê de şêhîd bûne û li malbata wan, li hemû ciwanên kû xwedî xeyala jiyanekê wekhev û demokratîk in, pîroz dikin û soza xwe carek din nû dikin.’’

 

Kongreya sêyemin a KODAR’ê kû sê rojan bi rengekî têrûtijî derbasbû, piştî axaftina dawî ya Gulan Fehîm bi duruşmeyan bi encam bû.