Eşkere ye kû îro ji her demê zêdetir rêyen demokratîk, mifteya çareseriya kirîzên cîhanî ye. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn kû di agirê şer de dişewite ev rastiyeke.

Rêwar Awdanan

wergerandin ji farsî: şiwan merîwan

 

Eşkere ye kû îro ji her demê zêdetir rêyen demokratîk, mifteya çareseriya kirîzên cîhanî ye. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn kû di agirê şer de dişewite ev rastiyeke.

Gelek dewlet wekî Tirkiye ya Erdoganî, Îraqê dema Baas û Sûriye bi buhaye qurbanîkirina demokrasî, kirîz di siyaseta derve û şer helbijardine. Mirov dikare encama vê helbijardina ne jîrane di kolanên şerzede ya wan de bibîne. Berevajî wan, dewleta Îran bi pirojeye bi navê (Bercam) rêyekî cûda di siyaseta xwe a derve helbijard. Lê belê encamê vê helbijardinê hê jî di siyaseta hundirê Îranê de xwe nîşan neda ye.

Nakokîyen dijwar di navbera aliyen deselat li Îranê heye û di heman demê de têkoşîneka mezin li aliye Fikrî-Siyasî li tevahîya pêkhateya Cûmhuriya Îslamî ya Îranê li ser vê mijarê pêk dê. Niha nîqaşekî bi vê awayî di rojev daye; Gelo emê bi xwe dest bi goherankarî bikeyin an jî ji bo goherankarî yen kû li ser me tên ferz kirin xwe amade bikeyîn?!

Ev pirsa sitratîjîk atmosfera Fikrî-Siyasî ya rejîm dû qutbî kiriye û wekî dû aliyen cûda li hemberî hev sekinîne.

Ger kû Pirojeya (Bercam -2) ya hikûmeta Hesen Rûhanî li ser esasê derbazbûn ji rewşa milîtarîze kiriya niha be û hêzên ne yasayî a hundirê rejîmê kû niha dest danîne ser abûrî, siyaset û civaka medenî bên kontrol kirin, vê demê mirov dikare bibêje kû goherankarî wê li Îranê çê bibe. Lê ger kû tenê propagende be , zererê mezin dide rejîm bi xwe. Ji ber kû bê yî pirojeya (Bercam) di siyaseta hundir de, hikûmeta Hesen Rûhanî tenê hikûmetek dîplomatîke kû li hember hêzên mezin a cîhanê îmtiyaz daye û nikare civaka gohranxeaz a Îranê ji vê zêdetir bide sekinandin.

Pirojeye (Bercam a Etomî) bû sebebê vê yekê kû hikûmeta Hesen Rûhanî bibe garantiya rejîma Îranê. Lê ewê kû encama tevgera reformxwazî û demokrasî li Îranê desnîşan dike, Bercam-2 ye. Xwe derbazkirin ji edebiyata dema Ehmedînejad tiştek başe, lê ji bo çareseriya pirsgirekên hundirê Îranê bes niye. Bi taybetî pirsek mezin wekî pirsê Kurd û gelên din li Îranê dikare xala lawaz a Îranê be û di heman demê de dikare çavkaniya hêz be. Lê ev yek li gorî vê siyasete ye kû li hemberî pirsên hundirê Îranê tê meşandin. Her wisa eger pirojeya Bercam-2 wekî lîbralîzekirina abûrî û têklîdanîna vê bi abûrîya cîhanê bê dest girtin, tenê pirsgirkên Îranê zêdetir dike. Dayîna hin mafên keltûrî ya lîbral jî nikare pirsê gelên Îranê çareser bike. Mirov dikare gavên pêwîst ji bo pêkhatina Bercam-2 ye demokratîk bi vê awayî rîz bike:

1-    Nîşandana xwasit, amadeyî û hêza pêwîst ji bo goherendin û meşandina siyaseta demokratîk ji aliye hikumeta Hesen Ruhanî.

2-    Paqijkirina saheya siyaseta hundirê Îranê ji hêzên derveyî yasa û hêzên paralêl.

3-    Li ser esasê ”çareserîya pirsirekên gelên Îranê” pêşxistina atmosfera siyaseta hundirê Îran.

4-    Danûsitandin û muzakire le ser pirsgirekan bi muxatebê wan re.

5-    Amadekirina pakêteka hiqûqî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirekan (li ser esasê qebûlkirina xweseriya demokratîk a gelan li destûra bingehî ya Îranê de)

Li ser vê esasê pirojeya Bercam-2 tedbîreka jîrane, gavek ber bi pêş û rêya bi tenê ya pêşîgirtin ji gihîştina kirîza Rojhilata Navîn ji bo hundirê Îranê ye.

Niha dû rêbazên ji aliye hêzên mezin a cîhanê ve li ser Îranê tê ferzkirin : an tevlî sîstema cîhanî bibin an ji li pêşiya wan şer û tevlîhevî heye.

Lê Îranê dikare bi helwêstwergirtneka jîrane xwe ji vê dû rêyen pir metirsî rizgar bike. Çareserî di ”Vekirna Siyasî a Demokratîk” deye.

Rola parlemanê Îranê ji bo despêkirina Bercam-2 gelek girînge. Her çiqas kû pêkhateya niha ya parlemanê nûnertiya rast a hemî pêkhateye civakê gelên Îran nake, lê ger îradeya pêwîst ji bo çareseriya pirsgirekên gelên Îranê di çarçoveya Bercam-2 de nîşan bide, dikare roleka dîrokî bilîze. Bi taybetî di demek da kû piranîya parlemanterên niha ji eniya Îitdalgera-Miyanerew-Reformxwaz pêkhatiye. Li ser vê esasê pêwîste saheya parlemanê bibe cihê giftûgo ji bo çareseriya pirsgirekên gelên Îranê li gorî Bercam-2. Ji ber kû pêşeroja welêt girêdayî pirojeyekî wisa ye. Bi li berçavgirtina cihê girng û sitratîjîk a Kurd li Rojhilata Navîn a nû, Kurdên Rojhilat û bi taybetî KODAR û PJAK dikarin di pêvajoya çareseriya demokratîk li Îranê û despêkirina pirojeya Bercam-2 rolek gelek girîng, pozitîv û dîrokî bilîzin. Çareseriya pirsa gelê Kurd di vê çarçove de, ne tenê Îranê lawaz û bêhêz nake, berevajî vê li ser esasî demokrasiya kû encama pirojeya Bercam-2 be, Îran dibête bihêztirîn welatê herêmê û tevahiya gelên Îranê jî dighêjin azadiya xwe û xwastekên xwe yen dîrokî bi dest dixen.