Ji bo raya giştî

Em di rewşekê de pêvajoya hilbijartina 12’emîn ya serok-komarî û pêncemîn pêvajoya hilbijartina şorayên (meclîsên) bajar û gundan pêşwazî dikin ku rewşeke bi aloz li ser atmosfera hundirîn ya Îranê serwer e. Bi berçavgirtina rewşa krîz ya ku di qada siyaseta cîhanî de teşe girtiye, rejîma komara Îslamî û civaka Îranê dê bi pêvojeyeke xwedî hesasiyeteke zêdetir re rûbirû be. di nexşe rêya ku di bin navê “nexşe rêya KODAR’ê ji bo demokratîkirina Îranê û çareserkirina pirsgirêka Kurd” de hate weşandin, çarçoveya nêrîn  û rêya çareseriya pratîkî ji Hûkumet, dewlet û civakê re hate pêşkêşkirin.  bi berçavgirtina siyasetên ku rê li ber paşverûtî, merkezîbûn û rêgirtinê vedikin û ji destpêka salên 1980’an heya niha bi awayeke berfirehbûyî dewam dike, em ê bi pêşkêşkirina daxwaziyên mafdar yên civak û netewên Îranê di çarçoveya vê plana giştî de, pîvana esasî diyar bikin. ev plana giştî ya daxwaziyan, ji bo nirxandina pratîk û nêrîna siyasî ya ew kesan e ku telebên siyasî, çandî û huqûqî yên civakê ji bo cihgirtin di hilbijartinê de bikar tînin. Li ser vê bingehê posîzsyon û helwesta me ya dawî ji bo hilbijartinanê, li ser bingeha refleksa ku aliyên siyasî û ber-endamên di proseya hilbijartinê de ji xalên jêrê re nîşan bidin, dê bibe:

 

1-îlankirina hazirtî ji bo avakirina zemînê hewce ji bo derbaskirina atmosfera ewlehî-leşkerî ya heyî ber bi atmosfereke vekirî ya siyasî.

2-îlankirina hazirtî ji bo pêşkêşkirina mijara guhertina qanûna bingehîn ya Îranê; ji ber em vê yekê klîda derbasbûn ber bi atmosfereke vekirî ya demokratîk dihesibînin.

3-îlankirina hazirtî ji bo derbaskirina astengiyên qanûnî û jor-qanûnî li pêşberî xebatên rêxistinên siyasî û civaka medenî; di vê çarçoveyê de fermîkirina mafên azadî yên her hemwelatî û grubên civakî di pêşxistina çalekî û bêîtîatiyên sivîl.

4-betalkirina hemû madeyên qanûn û tûzûkên ku zordarî û zayendperestiyê li dijî jinê rewa dikin.

5-îlankirina hazirtî û pêşkêşkirina projeyên eşkere ji bo belavkirina merkezîyetdarî di qadên rêveberiyên giştî û fermî naskirina mafên rêveberiyên herêmî di astên siyasî, çandî, aborî û perwerdeyê.

6-fermî naskirina vîn û hêza rêveberî ya ciwanan di hemû qadan de bi tabet di avakirin, pêşvebirin û meşandina sazî û dezgehên taybet bi ciwanan.

7-qebûlkirina hebûna pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên Îranê wek mijarên taybet bi civakên mezhebî-bawerî;  nêzîkatiya çaresaz ji van pirsgirêkan re raber kirin û bi aweke fermî naskirina xwerêveberiyên herêmî.

8-îlankirina proje û avêtina pêngavên pratîkî li gor “perwerdeya bi zimanê dayikê” ji asta herî seretayî ya perwerdeyê heya asta herî bilind ji bo hemû gelên Îranî wek Kurd, Azerî, Ereb, Belûç, Tirkmen û civakên din ên çandî.

9-dawîkirina hemû projeyên ekolojiyê texrîb dikin bi taybet jî çêkirina zêde ya bendavan.

10-dest kişandin ji projeyên aboriya rantxwar û bi awayeke fermî naskirina mafên rêveberî û hilberînê ya beşên herêmî ji hêla civak û dezgehên aborî yên girêdayî wan ve.

11-azadkirina bêşert û bêmerc ya hemû girtiyên siyasî û rakirina sizayê darvekirinê ji nav qanûnê.

Di dawiyê de em dupat dikin ku civaka Kurd û hemû gelên Îranê dê hertim li pey daxwaziyên xwe yên dîrokî bin û ji têkoşîn ji bo gihîştina armancên xwe yên azadîxwaz û demokratîk bi tu awayî paşve nevekişin. Ger ku bersiveke erênî û di cih de ji hêla hûkumet, dewlet û aliyên siyasî yên di nav proseya hilbijartinê de ne, were dayîn, bêguman dê yekemîn pêngav ber bi avakirina zemîneke erênî ber bi çareseriya demokratîk ya pirsgirêkên mezin were avêtin. Nexwe em, vîna siyasî ya civakê û şertên herêmî û cîhanî ji bo pêşxistina têkoşîna azadîxwazî ya di Îranê û bidestxistina encamê, pir hazir dibînin. Ji bo berdewamkirin û pêşxistina asta têkoşînên siyasî, çandî û parastinî ya xwe, emê israr bikin.

 

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR

06/05/2017