(Duhok) – Rêxisitna Human Rights Watch ragihand ku di 13ê Tebaxa 2016an de rojnamevanekî Iraqî yê kurd ê ku berê hêzên ewlekariyê gef lê xwaribûn hat revandin û kuştî hat dîtin. Divê Hukmeta Herêma Kurdistanê (HHK) twîjandineke lezgîn, gişgir û bêlayen tekez bike li ser kuştina Wedad Hussein Elî yê 28 salî yê ku hat angaştin ku girêdayî ye bi Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) a çekdar ve.
Divê HHK( hehumata Bashuri Kurdistan ) bersivina cidî bide bê çawa lê hat û ev rojnamevan danê rojê aşkere hat revandin û kuştin li dûv çend lêpirsînan ji aliyê hêzên Asayîşê ve. Ew yek e ji nav gelek rojnamevanan ên ku li Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, lêdan, binçavkirin an jî tengavlêkirin.

Sarah Leah Whitson

Rêvebera Rojhilata Naverast a Human Rights Watch

Govan salix dan derbarê revandina wî ji aliyê hêrişkerin nenas ên ku xwe weke hêzên ewlekariyê yên kurdî dan nasîn, li dûv çend lêpirsînan ji aliyê hêzên Asayîşa siyasî ya HHK di nava dazdeh mehên dawîn de jiber nivîsarên wî yên rexneyî li dijî desthilatên kurdî.

“Divê HHK bersivina cidî bide bê çawa lê hat û ev rojnamevan danê rojê aşkere hat revandin û kuştin li dûv çend lêpirsînan ji aliyê hêzên Asayîşê ve,” wisa Sarah Leah Whitson, rêvebera Rojhilata Naverast a Human Rights Watch dibêje. “Ew yek e ji nav gelek rojnamevanan ên ku li Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, lêdan, binçavkirin an jî tengavlêkirin.”

Di 2015an de, Navenda METRO bo Berevaniya Mafên Rojnamevanan, grûpeke bo parastina mafên rojnamegeriyê li Kurdistanê, 145 dozên hêrişkirinê li ser rojnamevanan bibelgeh kirin, di nav de, zindankirina keyfî, reftara xerab ligel û kuştina li derveyî qanûnê. Di 2011an de, piştî protestoyên gelî yên berfireh li Herêmê, rojnamevan rastî hêriş û gefan hatin, di nav de yên ji aliyê hêzên ewlekariyê jî hebûn. Di Adara 2011an de, Human Right Watch hevdîtin bi bêhtirî 20 rojnamevanan re çê kir/kir, wan got ku hêzên ewlekariyê û hêzên wan ên peywendîdar bi awakî rûtînî gef li ronamegeran xwarin, bi awakî keyfî girtin, li wan dan û tengav kirin û alavên wan desteser kirin û şkandin.

Tariq Hussein Elî, 40 salî, ji Human Rights Watch re got ku birayê wî bi moleteke fermî weke rojnamevan li ba RojNews ya piştevana PKK ye dixebitî, û wekî din li nivîsgeha rewşenbîrî a parêzgeha Duhokê ya ser bi Herêma Kurdistanê a li Iraqê dixebitî.

Du hevalên Wedad Hussein Elî ji Human Rights Watch re got ku wî du salên berê demek di kampên PKK de borandibû. Di nava mehên dawî de, zabitên Asayîşê sê caran ew anî bo lêpirsînê sebaret bi rola ku ew dilîze weke rojnameger bo piştvenaiya PKK.

Hevalekî wî got ku wî têkst-nameyek, tê tehdita kuştinê hebû, li ser telefona Wedad dît. Wedad jê re got ku ew name ji ba mêrekî hat ku Wedat bawer dike ew bo Parastinê dixebite, ew jî hêzên îstîxbarata Partiya Demokrat a Kurdistanê ne, yek ji partiyên birêveber li herêmê.

Tariq Hussein Elî got ku birayê wî di tîrmehê de jê re got ku Asayîşê ew girtibû û ferman dabûyê an jî dev ji kar berde an jî agahiyên îstîxabatî ji hundirê weşînekê de bide wan. “Heger na, em ê te rawestînin,” birayê wî got wan wiha ew tehdîtkirin. Tariq Hussein Elî got ku birayê wî jê re got ku ew hatibû lêdan û parsû û milên wî tije lekeyin tarî (xwîntêzan) bûn û wî nekarîbû bo maweya deh rojan pitşî lêpirsînê bimeşiya.

Wedad gefên wan avêtin paş guhê xwe û karê xwe berdewam kir, birayê wî wa got, tevî weşandina gotaran û postên Facebookê derbarê gendeliya angaştî di nava HHK de. Wî wekî din postên Facebookê nivîsandin, tê de, rexne li hêzên –PDK dikir jiber hêlana komelgeha Îzîdî dema Dewleta Îslamî, yaku weke DAÊŞê tê nasîn, dest danî li ser devera ku ew tê de dijîn, û bi hezaran Îzîdî kuştin û revandin. Hevalekî din got ku rojnamevan jê re gotibû ku ew ê di metirsiyê de be heger li devera Duhokê bimaya.

Di 13ê Tebaxê de, demjimêr 8:45 ê sibê, Wedad Hussein Elî birayekî xwe yê din bi navê Serdar, 35 salî, ji turimbêlê li meydana bazarê nêzîkî cihê karê wî li taxa Maltayê ya li Duhokê daxist. Serdar Hussein Elî got ku piştî 15 deqa, wî dît çawa girseyeke mezin diciviya û turimbêlên polîsê digihan meydana bazarê. Wî turimbêla birayê xwe ya vala li nîvê rê dît.

Zabitê polîsê jê re got ku mêrin nenas birayê wî girtibû. Mêrekî din jê re got ku wî dît çawa du turimbêlên bê sîmayeke taybet rê li turimbêla birayê wî girt, sê mêr jê daketin û birayê wî derxist, ser çavê wî girt, di bin tehdita sîleh de ew bi zorê xistin turimbêleke wan, û berê xwe da rêya giştî. Govan got ku wan mêran ji wî birayî re got ku ew hêzên ewlekariyê ne, û wî jiber “rûdaneke bi zarokekî re” digirin. Yê Govan got ku wî sextekariya han têgihîşt û hejmara herdu turimbêlan nivîsîn.

Serdar Hussein Elî got ku zabitên polîsê ew û govan birin bingeha polîsê, pirs ji wan û birayekî din bi navê Darban ê ku paşê tevlî wan bû kirin, û soz da ku binêrin li girtevîdyowa kameraya ewlehiyê ya ku li dukanê govanê mabû. Govan dûre postek ser Facebookê nivîsand derbarê tiştên wî ew dîtibûn, Human Rights Watch girtedîmenderê ya postê seh kir. Post wiha dest pê dike, “Piştî ez ev ya han post dikim, dibe ku hinek kes laşê min li şeqamên bajêr bibînin.” Piştî çar rojan, govan posta xwe rahişt. Malbata Hussein Elî got ku ji hîngê ve profayla wî ya Facebookê bûbû neçalak û wan bê encam hewl dane têkilî ligel wî deynin.

Li dorî demjimêr 10:45 bi (ê) sibê, dema birayan turimbêlê dajotin malê, Darban Hussein Elî got, polîsekî ku wî ew nas dikir telefonî wî kir û got ku endamekî malbata wan li Nexweşxaneya Azadî li Duhokê ye. Malbat çûn nexweşxaneyê û laşê Wedad li mirîgehê dît. Wan ji dadwerê pişkinînê li nexweşxaneyê pirsî ka laş çawa giha wir û wî ji wan re got ku polîsekî ji Sêmêlê, bajarekî li rojavayî Duhokê, ew li kenara rê avêtî dît.

Fotografên laşê Wedad, ên ku ji aliyê malbata wî li mirîgehê hatibûn kişandin, û Human Rights Watch li wan vegeriya, dirrîn, xurbejandin, û qirincanan li ser serî, beden û dest û pêyan xuya dikin. Dirûvê birîn û xurbejandinan nîşan dide ku qey ew bi encama alaveke stûnî ya dirêj û serîkot çê bûne, weke ku çov an jî darik be, bijîşkê ku wan fotografa dît wiha dibêje.

Zabitekî polîsa li Sêmêlê yê bala di 18ê Tebaxê de ji Human Rights Watch re got ku ew li ser dozê dixebitin lê ta hîngê wan di pişkinînan de tu pêşketinan bi dest nexistine.

Bi kêmanî du rojnamevanên din di Herêma Kurdistanê li Iraqê hatibûn kuştin. Kawa Germiyanî ji bajaroka Kelarê, bi guleyekê hatibû kuştin di 5ê Berfanbara 2013an de piştî gef lê hat xwarin jiber keşfkirina wî a gendeliyê. Parêzerê Germiyanî got ku sala 2014an, dadgeha bi tawana kuştina Germiyanî biryara îdamê da Twana Xelîfe, alîgirê partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK). Lê belê dadgeha têhelçûnewe seza daxist heta bendîkirina hemîşeyî. Soran Mame Heme, ew jî Rojnamevanek li Kerkûkê ye, di 21ê Tîrmeha 2008an de hat kuştin, piştî ku gef gihîştibûnê jiber raporeke wî plan dikir ew belav bikira derbarê angaşta hevkariya tawanî ya polîsê di karê laşfiroşiyê de li bajêr.

Hejmarek ji rojnamevanan, ji nav de, Şêrwan Şêrwan û Sebah el-Etrûşî, ji ber raporên wan têne dadgehkirin. Îsa Barzanî, pêşmergeyekî xanenişîn yê ku postên rûpela wî yên Facebookê rexneyan li serok Mesûd Barzanî dikirin, di 4ê Tebaxê sala 2015 de hat binçavkirin ji aliyê Parastin û şeş meh girtî ma, dûre serbest hat berdan lê derketin derveyî HKI lê hat qedexekirin.

Divê HHK pişkinîneke serbixwe bo kuştina Wedad Elî Hussein damezrîne, bi taybetî bi sedema nîşanên karîgeriyê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên kurdî li ser bûyerê. Divê polîs demlidest girtevîdyowa revandina wî aşkere bike tevî rapora ew polîsê ku tê angaştin ku wî laş dît.

“Biserneketina desthilatan di rêgirtina li hember hêrişên li dijî rojnamegeran de, ne tenê wan ji dadmendiyê ve dixe, lê wekî din karîgeriyeke bizdihîn bi ser raporên wan ve dike,” Whitson got. “Divê desthilat bidin xuya bê ew hinde bi awakî çalak û hişk li pey sûcdarên tawanê dikevin, û ne tenê soza pişkinîneke din a bê encam bidin.”