Di  derbarê 40’emîn a salvegera Tevgera Azadî PKKê de, Fermandariya YRKê, daxuyanî da. Derbarê vê rojê de, Fermandariya YRK peyama pîrozbahî û nirxandineke kurt anî ser ziman.

 

 

PKK di dîroka mirovahiyê de jiyaneke nû afirand, azadî, wekhevî û demokrasiyê pêşve bir; bi xwîn û canê xwe ve bû hareketeke fedaî, bû hêviya gelên cihanê û kir yek; bi têkoşîna xwe ve bedelên pir mezin û hêja da, em salvegera 40. a damezrîna artêşa azadiyê ya enternasyonalîst û partiya şehîdan PKK ku dikeve sala xwe ya 41’emîn pîroz dikin.

PKK, ji ber polîtîka û lîstokên modernîteya kapîtalîst nexapiyeye û zîhniyet û sîstema netew-dewlet bihurandiye û baweriya cewherî û îradeya gelan esas girtiye û ew derxistiye holê, her tim bûye hedefa hêzên hegemonîk, mêtînger û hevkaran. Li ser Tevgera Azadiyê dehan caran, ev hêz bûne yek û êrîşên topyekûn pêk anîne, rûyê vê ya herî kirêt jî di sala 1999’an de bi komployeke navnetewî berê xwe dayina Rêber Apo bû. Niha jî heman zihniyet, dixwazin vê komployê nûjen bikin. Lê heta niha çêkiribin, serneketin, piştî vî şûnde jî ew ê sernekevin. Ji ber ku PKK ne partiyek e ku tenê ne ji grûbeke propagandayê ye û fîzîkî têkoşîn dimeşîne. Hem ji însanan re hem jî di gerdûnê de zindiyên ku dijîn re rûh daye, her tişt dûbare rakiriye ser lingan, bûye partiyeke pêşeng, îdeolojîk, felsefîk. Gihaştiye hêzeke gel û şer a ku dikare xwe baş, di cih de û bi mafdarî biparêze. Nêzî 40 hezar şehîd, bûne nasnameya wê ya cewherî. Li gel vê, ji zarok heta pîr, ji jin heta zilam, ji Kurd heta gelên din ên azadîxwaz û demokrasîxwaz re hemû gel di nav vê berxwedan û têkoşînê de cih girtine. PKK bûye, çav, guh, nefes û fikra însanê nû. Bi taybet di çar perçeyê Kurdistanê de, bû hêviya jiyanê ya gel. Em wekî gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê, ji vê têkoşîna partiya pêşeng a bi nirx bandor bûne, di bingeha paradîgmaya Rêber Apo de,  ji ber me însanê azad ava kiriye, dijmin, her Kurdê ku azadî dixwaze, berê  xwe dide wî/wê. Dewleta faşîst a TC par di salvegera 39’emîn a PKKê de, êrîşê hêzê me kir û di encama êrîşa hewayî de Rêhevalên me Jîrwan, Delîl û Serbest şehîd ketin. Li ser bîranîna van şehîdên me, em hemû şehîdên partiya şehîdan a Tevgera Azadî PKK, bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe ya girêdanbûna têkoşîna wan dubare dikin.

Dema em dikevin sala 41’emîn, salvegera 40’emîn di serî de ji Rêber Apo re, ji gelê me, hemû rêhevalên me yên gerîla û gelê Kurdistan û hemû dostên wê re pîroz dikin.

Di serdemeke wisa dîrokî de, divê gencên Rojhilatê Kurdistanê tevlî gerîla bibin û ev weke erkeke mirovahî bigirin dest û em bang dikin di refên gerîla de cih bigirin. Ji ber ku di ruhê ciwantî de berxwedayin û azadbûn, rûhê îradeya xwe parastin heye; ev rastî  encax li çiyayan, di nav  gerîla de dikare  were bicihanîn.