Fuad Bêrîtan hevserokê civaka demokratîk û azad a rojhilatê kurdistanê tevlî bernama Hêlî 3 a aryen tv bû û guhertin û veguhertinê dawî yê herêmê nirxand. Bêritan ser dagirkirina başûrê kurdistanê axivî û got sedem û hedefa vê sîyasetê bêtesîr kirina fikir û felsefa rêber Apo ye û KDP rê li ber vê dagirkerîyê vedike.
Komalgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) duyemîn salvegera rizgarbûna Kobanî pîroz kir û got: “Serkeftina berxwedana Kobanî serkeftina hemû mirovahiya azadîxwaz e. Mîmarê vê serkeftinê jî Rêber Ocalan e.”
Dûyemîn Kongreya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan-KODAR bi tevlîbûna delegasyona hilbijartî ya Kongreyê, di rojên 22,23 û 24ê Cotmeha 2016, de Herêmên Parastina Medyayê hat li dar xistin. Kongre di serî de, ji bo têkoşîna bi heybet a gelên azadîxwaz ên Îranî û Rojhîlatê Kurdistanê, bibîranîna têkoşîn, ked û navên tevahî şehîdên qehreman û bi taybetî jî şehîdên Selasê Bawecanî di Kirmanşanê de, bi rêz girtinê hat li dar xistin.