Dûyemîn Kongreya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan-KODAR bi tevlîbûna delegasyona hilbijartî ya Kongreyê, di rojên 22,23 û 24ê Cotmeha 2016, de Herêmên Parastina Medyayê hat li dar xistin. Kongre di serî de, ji bo têkoşîna bi heybet a gelên azadîxwaz ên Îranî û Rojhîlatê Kurdistanê, bibîranîna têkoşîn, ked û navên tevahî şehîdên qehreman û bi taybetî jî şehîdên Selasê Bawecanî di Kirmanşanê de, bi rêz girtinê hat li dar xistin.

 

KODAR dûyemîn kongreya xwe, di vê demê de pêk anî ku herêma Rojhilata Navîn , di nav rewşeke hesas û aloz re derbas dibe.Duwemîn Kongreya KODARê, bi taybetî rewşa siyasî ya Îranê ku serkêşiya vê aloziyê dike, rolê wê yên di pêkanîna krîzê de û her wiha tespîtên derbasbûyîna ji krîzê destnîşan kir.

Aloziya heyî ya di herêma Rojhilata Navîn de, her wiha di cografyaya siyasî ya di herêmê de tabloya şerê cîhanî yê sêyemîn, bi berfirehî hat nirxandin. Di rewşa bi krîz a heyî de, hebûna hêzên herêmî û cîhanî diyarkere. Krîza li Rojhilata Navîn, nimûneya herî berbiçav ya şerê cihanî a sêyeme di cografyaya siyasî herêmê de. Hebûna hêzên herêmî û cîhanî, di heman demê de bêtir ji kurkirina krîza heyî re xizmetê dike, ev yek jî îhtimala avabûna derfetên nû û vekirinên siyasi bi xwe re tîne. Li gor lêgerinên siyasi a hêzên ku di nav van pevçûnan de ne û hevsengiya nû di herêmê de, îmkan û derfetên derbasbûna ji kirîza avabûyi gelek zêde ye. Di Rojhilata Navin de, Kurdistan, bi neketina cepheya siyaseta hêzên cihanî û krîza kur a Rojhilata Navîn, her wiha ji ber ku di nava xeleka hevsengiya siyasî de, ne hêzeke binketî ya dîrokî ye û nebûye koşeyek ji jiyana siyasî a dewlet-netewên serwer ên li ser Kurdistanê, berevajî vê Kurd yek ji wan netewane ku li ser hîma XETA SÊYEM A DEMOKRATÎK,bûye  hêza sereke a çareseriyê û bi vê siyaseta xwe jî rêya derbasbûna ji qeyrana heyî ya di Rojhilata Navîn de nîşan dide. Pêşxistina analîz û tesbîtên rast ên siyasî û bi berxwedaniyeke dîrokî  bi hev ve girêdana daxwaz û tekoşîna azadî û demokrasiyê, him siyaseta hêzên sermayedar a cihanî xistiye nav nakokiyan û hem jî hêzên ku di nav vê qeyranê de bi hevdu re di nav pevçûnan de ne, xistiye rewşa pêwistiya nîşandana helwestên siyasî. Di vê maneyê de êdî bêyî berçavkirina statu û hebûna gelê Kurd ku weke hevsengiyeke diyarker a siyasî ye, pêşxistina siyaset û derbaskirina ji vê qeyranê rewşeke ne mumkine.

Rojhilata Navîn a nû û dahatuya wê ya siyasî, werçerxa guhertinên ku di nav de daxwazên demokratîk û azadîyê yê  gelan û gelên ku li ser vê cografyaya bi qeyran de dijîn, welatên sermayedar ên cîhanî pêwiste pêşekiyê bidin  ji nû ve pênasekirina bernameyên siyasî û stratejiya çareseriya krîza heyî û her wiha derbasbûyîna ji krîzê jî radestî gelên herêmê bikin.

Îran, weke yek ji wan welatên ku krîzan di afirîne û di nav pevçûnên heyî yên di herêmê de xwedî roleke bi bandor û diyarkere. Ji ber sedema serwerî û vekirinên siyasî û zîhnîyeta xwe ya mutlaqger, bi xwe jî di nava rewşeke bêîstîqrariyê de ye. Her wiha bi israre ku şer li derveyî sînorên welatê xwe bigre. Bi vî awayî di hewildana pêşxistina kurkirina stratejiya xwe de ye. Xofa rayedarên Cumhuriya Îslamî ewe ku di herêmê de pergala dewleta Îslamî ya Îranê  ji rewşa heyî zêdetir bikeve  nav ritama krîza heyî  û her wiha  derbasbûyîna krîzê nav sînorên wê de. Ji ber vê xofa heyî xwe mecbûrî biryarên ne di cîh de dike ku ev jî dike xwe ji çareseriya siyasî dur bigre û daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji nedîtî ve were.

Eger ku Dewleta Îranê, daxwazên demokratîk ên gelên Îranî ji bo xwe weke tehditek nebîne û ber bi pêvajoya demokratîk ve gav bîavêje,   xwe bi vî awayî dikare ji qeyrana heyî xilas bike. Bi vî awayî dikare xwe ji rewşa helweşandineke siyasî û ji ketina nava qeyranê  rizgar bike. Bi lez pêşdeçuyîna demokratîzasyonê girêdayî pêkhatina guhertinên ku di zihniyet û paradîgmaya dewleta Îranê ye ku ev jî sebaret bi rast pênasekirina daxwaz û mafên hêzên civakî yên demokratîk ên Îranî ye. Rojhilata Navîna ku îro gelê kurd û Kurdistan hemu hevsengiyên siyasî ê di herêmê de, bi hebûn û nasnameya siyasî û civakî ya nûjen serobin kiriye, xwedî vê hêz û potansiyelêye ku dikare guhertinên demokratîk di welatên herêmê de û bi taybetî jî di Îranê de çê bike. Di heman demê de ger siyaseta dewleta Îranê xwe ji vê guhertinê re vekirî nehelê, bêgûman nasnameya nûjen a Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de û potansiyela xwe ya muazzam a têkoşînê, wê Îranê ber bi hilweşîneke kur a civakî ve bibe.

KODAR kongreya xwe ya duwemîn, di Îran û Rojhilatê Kurtdistanê de bi mîhwera  çareseriya demokratîk  û diyarkirina plansaziya stratejîk û dahatuya siyasî ya demdirêj ên gelên Îranî li dar xist. Mîhwera esasî ya kongreyê, mijara çareseriya demokratîk, şîrovekirina rewşa siyasî-civakî û derfetên pêkanîna armancan bû.Piştî nirxandin û şîroveyên berfireh dûwemîn civata KODARê  di çarçoveyên curbecur de biryar û plansaziya xwe pêk anî.  Ji aliyê  delegasyona kongreyê ve giştînameya dawî ya kongreyê  ku hatiye erêkirin wihaye;   

Madeyên giştînameya Dûwemîn Kongreya Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan- KODARê;

  1. Sîstema demokratîk a komalgeha Rojhilatê Kurdistanê KODAR, bêyî ku modela dewlet netew esas  bigre, di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, pêşxistin û mayîndekirina modela konfederalîzma demokratîk hedef dike û vê yekê weke armanca xwe ya stratejîk pênase dike. Bi mîhwera civakbûyînê,di çarçoveya modela xwerêveberiya demokratîk  de diyarkirina mafê çarenûsê, avakirina derfetên damezrandina meclîsên tax û herêman, rêxistinkirina komun, kooperatîfên civakî, sendîka, partî û saziyên medenî û tevlîbûna gel di nav mekanîzmayên biryarên siyasî û civakî weke mafê rewa yên netewan û her wiha pêdiviya pêşxistina demokrasiyê di Îranê de dibîne. Li ser vî esasî hemû nasnameyên civakî, dîn, mezhep, cudatiyên civakî xwedî mafên wekhev in û tevlîbûnên wan di nava modela konfederalîzma demokratîk de, weke dewlemendiya siyasî û civakî dibîne.
  2. KODAR di nav hevsengiya siyasî ya hundirîn û herêmî de, stratejiya cepheya sêyem, bingeha pêşxistina têkoşîna xwe ya demokratîk dibîne. Di heman demê de ku bi dewletên antî demokratîk re sînorên wê bi dijwarî diyarin,  her wiha di nav rêzbendiya hêzên statukoparêz a herêmî de cihê xwe nagre, siyaseta xwe ya serbixwe pêş de dibe.
  3. KODAR,xwe bi hemû aliyan ve li hember pêşxistina têkoşîna  azadiya Rêberê gelê Kurdistanê  Rêber APO de berpirsiyar dibîne. ‘’Abdullah Öcalan’’, bîrmendê sîstema konfederalîzma demokratik dibine. Di vê çarçoveyê de hemû kapasîteya siyasî û civakî ji bo misogerkirina azadiya Rêber APO seferber dike.
  4. Cumhûriya İslamî ya İranê, di hundirê welat de, ji pêşxistina proseya demokratîzasyonê mukellefe û her wiha mukelllefe ku bi awayekî fermî mafê xwerêveberiya demokratîk a gelê kurd a di Rojhilatê Kurdistanê de nas bike û bipejirîne. Ev yek herî kêm yek ji daxwazên gelê Kurd ê di Rojhilatê Kurdistanê de ye. Pêşşertê vê jî, guhertina makezagonî ya Îranê ya heyî ye. Eger Cumhuriya İslamî ya Îranê maf û azadiya gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de û di serî de mafê xwerêveberiya demokratik bi fermî nas bike, sîstema konfederalîzma demokratik jî dikare bi dewletê re di nav danûstandinê de be.  Ji derveyî vê KODAR bi awayekî yekalî, rêxistinkirin û pratîkkirina modela xwerêveberiya demokratik weke plansaziya xwe ya siyasî û civakî destnîşan dike.
  5. Di modela Konfederalîzma Demokratik de ku KODAR pêşengê pêşxistina vê ye, nasname, hebûna siyasî û civakî û mafê hemû baweriyan, li gorî hemwelatiya azad, demokratik û wekhev, misoger dike. Bê ku ferq û cudatî bixe nav hemû pêkhateyên curbecur  ên civakî , mafê xwerêxistinkirin û parastina nasnameyên, çandî, civakî, siyasî, dînî û bawerî nas dike.
  6. Di nav sîstema KODARê de, jin û ciwan, hêzen pêşeng in. Her wiha di rêxistinkirin û pêşxistina sîstema Konfederalîzma Demokratik de xwedî roleke diyarker in. Li ser hêmana paradîgmaya demokratîk, ekolojik û azadiya jinê, xwe bi rêxistin dike. Jin di hemû qadên siyasî, civakî, parastinî, çandî, aborî de bi awayekî wekhev beşdar dibin û di nav hemû ast û mekanîzmayên rêveberiyê de, sîstema hevserokatiyê ya temsiliyeta hevbeş û wekhev esas digre.
  7. Sîstema modernîteya sermayedarî bi îstîsmara komkirina sermaye, endustriyalîzm û kurkirina modela dewlet netew û texrîbata jîngehê hewil dide ku hebûna xwe berdewam û mayînde bike. Bi vê ve girêdayî, di Rojhatê  Kurdistanê de gelek texrîbatên mezin di bin navê ‘pêşxistina aborî’ de pêş dikevin. KODAR bi hesasiyeteke taybet di çarçoveya paradigmaya demokratik- ekolojik- azadiya jinê li hember zîhniyeta dagirker a Cumhuriya İslamî ya İranê û hizra talankar û fetha dewlemendiya jêrerd û xwezayî bi dijwarî radiweste û her cûre texrîbatên ekolojik a ku di Kurdistanê de tên pêş xistin weke zerbeya li ser nirxên nasnameya civakî û dîrokî ya gelê Kurd dibine. Li hember van siyasetan, têdikoşe.
  8. KODAR, li hember her cûre zîhniyet, êriş û zextên ku di Rojhilatê  Kurdistanê de li ser gelê Kurd,  ji aliyên hêzên  dagirker ên li hundir û li derve tên sepandin, pêşxistina têkoşîn û mafê xweparastinê rewa dibîne. Hêzên parastina rewa ne hêzeke êrişkare. Hêza parastina hemû cudatiyên civakî û civaka demokratik e.
  9. Avakirina cepheya demokratik a gelên Îranî û hevgirtina hêzên civakî ya azadîxwaz, weke zaruriyeteke stratejik di çarçoveya demokratîzasyona Îranê de dibîne. Li ser vê bingehê di duwemîn Kongreya KODARê de, pêşxistina têkiliyên siyasî-civakî di navbera gelên Kurd û Azerî, Ereb, Beluc, Tirkmen û gelên din de, di plana sereke ya kar û xebatê de hatiye destnîşankirin. KODAR, li hemberî kiryarên Cumhuriya İslamî ya Îranê, hemû van hêzên têkoşer û demokratîxwaz dawetî pêşxistina bereya têkoşîna siyasî û civakî û hewildana pêşxistina hevgirtin û hevkariyê dike.
  10. KODAR, amadeye bi partiyên azadîxwaz ên di Rojhilatê Kurdistanê de rûnê. Bawere ku êdî dema bilindkirina têkoşîna demokratîk û azadiya gelan hatiye û divê  bi awayekî hevbeş, ji her alî ve têkoşîn were bilindkirin.  Di vê çarçoveyê de zaruriyeta avabûna mekanizmaya ku xebatên hevbeş werin pêşxistin, xwe ferz dike. Li ser vî esasî KODAR weke sîstema civakî û siyasî ya demokratik, ji bo pêkanîna erk û berpirsiyartiyên xwe di vê çarçoveyê de xwe mukellef dibine.

 

Dûwemîn kongreya me  di serî de mijarên siyasî-rêxistinî-civakî-parastina rewa, plansazî û pratîka du salên bihûrî bi  awayekî berfireh gotûbej kiriye.Her wiha  pêşxistina xebat û plansaziya xwe  yê  du salan diyar kiriye. Dîsa hemû endam û hemwelatiyên KODARê, di pratîkkirin û pêşxistina siyaset û belgeyên Kongreya Duwemîn berpirsiyarin. Her wiha guhertinên rêveberiyê jî ji aliye Kongeryê ve hatiye pêkanîn. Di vê çarçoveyê de  Heval Fuad Berîtan û Heval Zîlan Tanya weke hevserokên KODAR di hilbijartina duwemîn civata KODARê de hatine hilbijartin.

KODAR, li dar xistina duwemîn Kongeraya xwe li hemû gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranî, her wiha di serî de li tevahiya şehîdên rêya têkoşîna azadî û demokrasiyê, ji hemû hêzên siyasî, civakî, partî, rewşenbîr, lêgerînvanên civaka sivîl pîroz dike. Her wiha hemû alî û hêzên demokratik û azadîxwaz, ji bo avakirina civaka demokratik û pêşxistina demokrasiya rasteqîn di Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, dawetî pratik û têkoşîna hevbeş dike.

 

 

Komalgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan _KODAR

7/11/2016